Kongreya Êzidiyên li Dîasporayê (KED) hate damezrandin
Konferansa Êzidiyên li Dîasporayê bi beşdariya gelek kesan li Hannoverê hate lidarxistin. Di encama nîqaşan de Kongreya Êzidiyên li Dîasporayê (KED) hat damezrndin.
Konferansa Êzidiyên li Dîasporayê bi beşdariya gelek kesan li Hannoverê hate lidarxistin. Di encama nîqaşan de Kongreya Êzidiyên li Dîasporayê (KED) hat damezrndin.
Konferansa Êzdiyên li Dîasporayê di 13-14’ê Îlona 2025’an de li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi dirûşmeya "Bi rêya diyalogê - Ji bo Rêxistinkirin û Dezgehkirinê" hate lidarxistin.
Kesayetiyên Êzdî, ji oldar, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan, ji çar aliyên cîhanê li konferansê amade bûn. Her wiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Elmanyayê Bodo Ramelow, Cîgira Balyozê Azadiya Olî ya Navneteweyî ji Wezareta Derve ya DYE’yê Mariah Mercel, Şaredara Hannoverê ya Saksonyayê Monica Plate, rewşenbîr û lêkolînerê Sûdanî Dr. Abdullah el-Fakî el-Beşîr Evîn Ezîz, Seroka rêxistina alîkariya awarte ji Êzdiyan re Anna Norona û gelek dostên civaka Êzidî jî beşdarî konferansê bûn.
Di çarçoveya konferansê de pêşangeha wênekêş Rostem Agala û pêşangeha hunermend Qasim el-Şerqî bi sernavê "Pêlavên Bermayî û Çîrokên Berdewam" hatin lidarxistin.
Rûniştinên diyalogê ku li ser van mijaran hatin pêşkêşkirin: “Berî û piştî fermanê, Êzidî. Civak, reform û rêxistinkirin. Rewşa Êzidiyên Sûriyeyê (Rojava) li hundir û derveyî welat. Rewşa Êzidiyên li Tirkiyeyê û komarên Qefqasyayê. Nirxandina rewşa Şengalê. Êzdiyên dîasporayê û dijwariya globalîzmê.”
Piştî nîqaşên azad û diyalogên demokratîk, Kongreya Êzidiyan li Dîasporayê (KED) hate damezrandin. Endamên KED’ê wê bi awayekî periyodîk ji nû ve bên hilbijartin.
Di encamnameyê de ev tişt hatin parvekirin:
“Em careke din dubare dikin ku ev konferans ne wekî şengestên ango şahiyên olî an jî baweriyê hatiye lidarxistin. Ne niha û ne jî di pêşerojê de destûr nayê dayîn ku stûnên bingehîn yên baweriya Êzdîtiyê werin têkbirin an jî deformekirin. Beriya konferansê, hin kesan ji çavkaniyên bêbingeh agahiyên şaş belav kiribûn, weke ku armanca konferansê guhertina hed û sedên olî be. Lê encamên konferansê ev gotegot pûç derxistin.
Beşdaran, bi ruhê Êzdayetiya pîroz û li ber siya zanyariyên serdema nû, nîqaş û diyalogên xwe bi serkeftî û bi berpirsiyarî domandin û bersiveke bi hêz ji fermanan re dan.
Pêşniyar û Raspardeyên Konferansê Piştî danûstandinên kûr, gelek pêşniyar û rasparde hatin pêşkêşkirin, ku ev encamname li ser wê bingehê hatiye amadekirin:
• Sistematîzekirin û Dezgehkirin: Guhertina gotarên devkî û biryarên bêserûber bi xebateke sazûmanî li ser bingeha destûr û rêziknameyan.
• Meclisa Rûhanî ya Bilind: Berfirehkirina Meclisa Rûhanî ya Bilind a Êzdiyan da ku hemû herêmên Êzdiyan (Şingal, Sûriye, Tirkiye, Ermenistan, Gurcistan) û çînên civakî di nav xwe de bihewîne, bi tevlêbûna jinan di encumenê de.
• Parastina Nasnameyê: Parastina bawerî, çand û zimanê civaka Êzdî li her deverê, di çarçoveya hemahengiya bi pergala civakî û dewletî ya welatên tê da dijîn.
• Organîzekirina Aborî: Kordînekirina karsazî, aborî û darayiya Êzdiyan li ser asta cîhanê.
• Rawestandina Bazirganiya li Pîrozgehan: Rawestandina bazirganiya li ser pîrozgeh û ziyaretgehan, û bikaranîna dahatê tenê ji bo berjewendiyên olî û civakî.
• Rasyonalîze û Demokratîzekirin: Rasyonalîzekirin û demokratîzekirina kar û xebatên civakê li her deverê.
• Damezrandina KED’ê: KED wê bibe bingeha avakirina kongreyeke Êzidiyan li ser asta cîhanê.
• Encumena Olî ya Dîasporayê: Avakirina encumeneke olî ya serbixwe û bêalî ji bo Êzdiyên dîasporayê, ku tenê karên olî bike.
• Encumena Şêwirmendiyê: Damezrandina encumeneke şêwirmendiyê ji pispor, zanyarên Êzdî û dostên wan ji bo piştgirîkirina KEDê.
• Gotareke Yekgirtî: Pêşxistina gotareke yekgirtî ya Êzdiyan li ser bingeha mafên mirovan û zanyariyê.
• Navneteweyîkirina Kêşeya Êzidiyan: Mayîndekirina kêşeya Êzdiyan di rojeva saziyên navneteweyî de (Konseya Mafên Mirovan a NY, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Parlamentoya Ewropayê).
• Koordînekirina Saziyan: Hevahengiya saziyên Êzdiyan ji bo misogerkirina mafên siyasî û zagonî li derveyî welat.
• Wekheviya Zayendî: Wekheviya di navbera jin û mêran de armanceke stratejîk e. Tolerans, dadperwerî û hevpejirandin prensîbên bingehîn in.
• Veqetandina Ol û Siyasetê ji Hev: Veqetandina ol ji siyasetê.
• Destûrname û Rêzikname: Damezrandina destûrnameyeke zagonî û rêziknameyeke navxweyî ji bo organîzekirina têkiliyên sazûmanî bi zelaliyê.
• Navenda Belgekirinê: Avakirina navendeke belgekirinê û pirtûkxaneyeke taybet ji bo parastina nasnameya çandî, olî û tomarkirina binpêkirinên mafên mirovan.
• Hêzdarkirina Ciwanan: Xurtkirina rola ciwanan bi rêya perwerde, spor û rahênanê ji bo perwerdekirina rêberên pêşerojê.
• Naskirina Ola Êzdayetiyê: Xebat ji bo naskirina fermî ya ola Êzdîtiyê li welatên Ewropa, DYE, Kanada, Awistralya, Tirkiye û Sûriyeyê.
• Statûya Şengalê: Xebat ji bo naskirina Şingalê wekî parêzgeheke îdarî ya serbixwe û misogerkirina vegera ewle ya koçberan.
• Konferansa Navneteweyî li ser Şengalê: Amadekirina konferanseke navneteweyî ji bo jinûveavakirina Şingalê û avakirina fonekê di bin çavdêriya navneteweyî de.
• Rawestandina Destwerdana Biyanî: Rawestandina her destwerdana biyanî li Şengalê.
• Bîranîngeha Şengalê: Avakirina bîranîngeheke qirkirinê li Çiyayê Şingalê.
• Rewşa Êzidiyan li Sûriyeyê: Baştirkirina rewşa Êzdiyan li Efrîn û Serêkaniyê, û piştgirîkirina avakirina pîrozgeha Êzdiyan li Rojava.
• Azadkirina Girtîyan: Xurtkirina bandora navneteweyî ji bo azadkirina jin û zarokên Êzdî yên girtî li Sûriyeyê.
• Komîteyên Taybet: Avakirina komîteyên taybet ji bo mijarên spesifîk, ku kesên ne endamên KEDê jî bikaribin beşdar bin.
• Enstîtuya Teolojiyê: Avakirina enstîtuyeke teolojiya Êzdiyan li Laleş an jî Şingalê û dîasporayê ji bo perwerdekirina oldar û zanyaran.
• Parastina Pîrozgehan: Parastina Laleş û pîrozgehên din bi vegerandina kevnariyên wan.
• Piştgirîkirina Rêxistinên Heyî: Piştgirîkirina rêxistinên Êzdiyan li dîasporayê û hevkarîkirina bi wan re.
• Astengkirina Guhertinên Demografîk: Rawestandina guhertinên demografîk û qirkirinên çandî yên li dijî Êzdiyan.
• Li Dijî Tundûtûjiyê: Tevdîrên bandordar li dijî bêtehamulî û tundûtûjiya li ser navê civaka Êzdî di medyaya civakî de, û pêşxistina dezgehên medyayê yên guncaw.
• Naskirina Jenosîdê: Xebat ji bo naskirina jenosîda Tebaxa 2014’an ji aliyê Tirkiye û Sûriyeyê ve.
Ev deklerasyon wekî çarçoveyeke bingehîn ji bo xebata civaka Êzidî li dîasporayê û welat tê dîtin”