BI DÎMEN

Jîna Emînî li Viyanayê hat bibîranîn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo Jîna Emînî ku sê sal berê li Tehranê hatibû qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinên Avesta ya li Neubaugasse ve hat organîzekirin.

Piştî meşê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. 

Di axaftinan de bal kişandin ser zilm û zordariya li ser jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û hat diyarkirin ku têkoşîna jinan gihîştiye asta gerdûnî.

Her wiha bal kişandin ser tecrîda ku li ser afirînerê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" Rêber Apo tê meşandin û girîngiya ramanên Rêber Apo yên di warê têkoşîna azadiya jinan de hat vegotin.

Bîranîn bi  erzkirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.