Komîteya Amadekar a Meclisa Gelê Kurd a Strasbourgê beriya civîna Konseya Ewropayê ya ku wê "mafê hêviyê" yê Rêber Apo were rojevê, 4 rojan çalakiya rûniştinê li dar bixe. Komîteyê amadekariya ji bo çalakiyê temam kir.
Komîteyê ragihand ku çalakiya ku wê di navbera 15-19’ê Îlona 2025’an de li Avenue de l'Europe 67000 Strasbourg were lidarxistin, wê sibê saet 12:00’an de dest pê bike.
Komîteyê bang li hemû Kurd, jin, ciwan, kal û pîr û gelên dost ên li Ewropayê kir ku beşdarî çlkiyê bibin û wiha hat gotin: "Divê her kes beşdarî vê çalakiya ku armanca wê azadiya Rêberê me ye bibe. Ji ber ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber ve girêdayî ye. Divê gelê me bi vê hişmendiyê tevbigerin, beşdarî çalakiya rûniştinê bibin û gaveke din ber bi azadiyê ve bavêjin. Me hemû amadekariyên xwe temam kirine. Em dostên xwe jî vedixwînin vê çalakiyê."