BI DÎMEN

Cejna Vejînê li Saarbruckenê hate pîrozkirin

Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan ên Saarbrucken ê Elmanyayê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kir, Pîrozbahî bi bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê ya 15ê Tebaxê ji aliyê Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan ve li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê li qadeke vekirî, hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. 

Di pîrozbahiyê de helbest hatin xwendin. Siyasetmedar Osman Kapan li ser wate û girîngiya rojê axivî û bal kişand ser dîroka 15ê Tebaxê.

Kapan di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Îro em li vir salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em vê rojê diyarî Rêber Apo û hemû şehîd dikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hêla Rêber Apo ve hate destpêkirin; em bi saya şehîdên xwe, Egîdan, Fûatan, Rizayan, Sofiyan, Koçeroyan, Bahtiyar Delalan, Gulciyayan û Leylayan gihîştine vê astê. Wan ji bo jiyaneke bê şer, aştî û demokratîk têkoşiyan. Ez di şexsê heval Egîd de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim û serketinê dixwazim.”