Li Viyanayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hate protestokirin.

Li ser banga KCDK-E’yê gelek çalakger li ber Meclîsê hatin cem hev û bi berzkirina dirûşmên “Kujer Erdogan” çalakî li dar xistin.

Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek ku di çalakiyê de axivî, êrîşên dewleta Tirk weke sûcên şer nirxand û got, “Ev êrîş herî zêde li dijî gelê sivîl û binesaziya jiyanî tên kirin. Divê em li hemberî van êrîşên ku sûcê şer dikin bêdeng nemînin û divê her kes dest bi çalakiyan bikin.”

Endama Meclîsa Jinan a Avesta Nûrcan Guleryuz bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de pankartên No Fly Zone 4 Rojava  (Li Rojava saha hewayê qedexe bikin) û Defend Kurdistan (Kurdistanê biparêze) hatin hilgirtin.