Wezîra Karên Hûndir a Elmanyayê xwest AfD ji nêz ve bê şopandin
Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser, îdeolojiya partiya AfD ê rastgirên tund bi ya Naziyan re daberhev û got ku divê ji aliyê îstîxbaratê ve ji nêz bê şopandin.
Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser, îdeolojiya partiya AfD ê rastgirên tund bi ya Naziyan re daberhev û got ku divê ji aliyê îstîxbaratê ve ji nêz bê şopandin.
Endamên AfD’ê bi neo-Naziyan re, li ser plana derxistina biyaniyan ango kesên bi eslê xwe biyanî ji Elmanyayê, civînek pêk anîbûn. Piştî bi 8 roj ev civîn di çapemeniyê de hat deşîfrekirin, endamên Meclîsa Federal zêdeyî du saetan li ser mijara parastina demokrasiyê li welatekî ku şopên tirsa Hîtler maye, nîqaş kirin.
Wezîra Karên Hundir a Sosyal Demokrat Nancy Faeser got, "Pêwîste Buroya Parastina Destûra Bingehîn ji nêz ve AfD’ê bişopîne.”
Nancy Faeser got, "Yên ku li ber çepikan bi pey xeyala 'Jinûve fetih', 'Jinûve koç'ê ketine, bi qanûnên nijadperest ên li derveyî mirovahiyê yên Nasyonal Sosyalîstan re di nava ahengiye de ne ku li Konferansa Wannsee (cihe ku çareseriya mayinde ya li dijî Yahûdiyan lê hate teqezkirin) û xwedî heman fikrê wan kesan e ku bingeh ji Shoah re amade kirin."
Wezîra Karên Hundir got, "Yek ji van jî bêzerar nîne" û bi gotina,"Bila gumana we nebe, em ê hemû amûrên demokrasiya xwe ya xurt, amûrên hiqûqa ceza û qedexeyên li ser komeleyan, ji bo têkoşîna li dijî AfD’ê bi kar bînin” hişyarî da. Faeser, soz da ku “çavkaniyên fînansmanê yên ji bo vê hawirdorê ziwa bikin.”
Bi taybetî her ku diçe ji Partiya Sosyal Demokrat zêdetir kes ji bo AfD bê qedexekirin bang dikin.