Wê Kurd li gerîlayên xwe bibin xwedî!

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her roja Çarşemê li ber Ofîsa NY‘ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Kurdan, di çalakiya vê hefteyê de bertek nîşanê êrîşên bi çekên kîmyewî da.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Çalakiya rûniştinê, ji 25’ê Çileya 2021’ê heta niha dewam dike. Di çalakiya vê hefteyê de Kurdan bertek nîşanê êrîşên bi çekên kîmyewî da.

Di çalakiyê de ji bo giyanê 17 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûne û bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşa Kurdistanê bi deqeyekê rêz hate girtin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mustafa Altûnbaş axivî û gerîlayên di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Altûnbaş, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî pîroz kir û got: “Çalakiya me ya rûniştinê dikeve sala xwe ya duyemîn. Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ku xwe li ber serketina Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê negirt, bi çekên kîmyewî û jehrî êrîşê dike. Armanca sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, pûçkirina destkeftiyên Kurdan e. Hem OPCW, hem jî Neteweyên Yekbûyî û hem jî dewletên Ewropayê, bi eşkereyî bikaranîna çekên kîmyewî qebûl kirine. Di hiqûqa dinyayê de jî ev sûcê şer e. Lê dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, ev sazî û dewlet dengê xwe nakin û ji bo berjewendiya tev li bazariyên qirêj dibin. Çawa ku Kurdan bi ruhê Kobanê yê li dijî barbariya DAÎŞ’ê derxist holê, îro jî bi ruhê berxwedanê yê Kobanê wê têkoşîna gerîla bi berxwedaneke topyekûn biparêze. Heta gelê Kurd û axa Kurdistanê bi taybet Rêbertiya me azad bibe em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.“

Piştî axaftinan li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar metinê çapemeniyê yê bi zimanê Fransî xwend û ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku li dijî çekên kîmyewî bikevin nava tevgerê.