Li Hannoverê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin
Di çalakiya konê ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ve hat lidarxistin de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina mafê hêviyê û statuyê hat kirin.
Di çalakiya konê ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ve hat lidarxistin de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina mafê hêviyê û statuyê hat kirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Ronahî dekon hat danîn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina mafê hêviyê û statuyê hat kirin.
Li standa li ber Îstasyona Trenê ya Hannoverê hat danîn de afîş hatin daliqandin û belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û belavkirin. Di çarçoveya çalakiyê de li standê stranên li ser Rêber Apo hatin guhdarkirin.
Di axaftinên ku hatin kirin de bêdengiya saziyên Ewropayê hat protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Rêber Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.