Vebijêrka zimanê Kurdî li malpera Kantona Bernê hate zêdekirin
Vebijêrka zimanê Kurdî li malpera bajêr a gelek agahiyên derbarê Kantona Bernê de tê de hate zêdekirin.
Vebijêrka zimanê Kurdî li malpera bajêr a gelek agahiyên derbarê Kantona Bernê de tê de hate zêdekirin.
Li malpera Kantona Bernê ya Swîsreyê Rûsî, Ûkraynî û Kurdî lê hatin zêdekirin û bi 15 zimanan xizmet tê pêşkeşkirin. Di malperê de agahiyên ji bo gelên li Bernê dijîn cih digirin. Vebijêrka ziman a nû jî di 5’ê Hezîranê de ji aliyê Daîreya Spor û Xizmetên Civakî yên Bernê ve hate zêdekirin.
Di malpera ku hate diyarkirin lêzêdekirina Kurdî di encama hewldanên komeleyên Kurdî de ne, mijarên weke xebat, kariyer, îltîca, maf û erkên qanûnî, mijarên malî, sîgorte û ewlehiya civakî, pergala dibistanê û perwerde, tenduristî, malbat û zarok, hînbûna almanî, kirêvanî û jiyan, aktîvîteyên dema vala û veguhestin, rewşên lezgîn û navendên şêwirmendiyê tê de cih digirin.