BI DÎMEN

Li Liverpoolê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn

Ji bo Dîcle Arya, Dengtav Amed, Devran Mizgîn, Gulnaz Karataş û Welat Gever li Liverpoolê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin û fedakarî û mîrateya têkoşîna wan hate bibîranîn.

Li bajarê Liverpoolê yê Înglandê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê Dîcle Arya (Sabriye Duman), Dengtav Amed (Ferhat Demir), Devran Mizgîn (Ozgur Sayak), Gulnaz Karataş (Hanîfe Xelîl) û Welat Gever (Veysi Binici) ku di sala 2021’an de di demên cuda de şehîd bûne û ji aliyê HPG’ê ve hatibû ragihandin, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di dirêjahiya merasîmê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di axaftinan de hate gotin ku şehîdan felsefeya Apoyî weke şêwazek jiyanê pejirandine, bi fedakarî û kesayetiyên xwe yên mîlîtan bûne mînak ji bo têkoşînê. Beşdaran diyar kirin ku şehîdan berpirsyariyên xwe yên li hemberî Rêbertî û gel bi vînekî mezin xwedî derketine û li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta tirk a jenosîdkar berxwedane.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku hevalên bi kesayetiyên xwe yên dilnizm û şerker bi hişmendî layiqî şehîdan bûne û erkên xwe bi cih anîne û navên xwe di dîroka têkoşînê de nivîsandine û wiha hate gotin: “Em ê mîrateya hevalên me yên hêja yên nûnerên xeta mîlîtanî ya Apoyî hiştine, bijîn.”

Malbatên şehîdan jî beşdarî merasîmê bûn û hest û ramanên xwe parve kirin. Malbateke şehîdan wiha got: “Wan bi fedakarî, wêrekî û rûmeta xwe riya doza pîroz ronî kirin. Şehadet ne tenê ji bo malbatan, lê ji bo tevahiya gelê me bûye sembola berxwedanê.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.