BI DÎMEN

Uta û Amara di 21’emîn salvegera şehadeta xwe de hatin bibîranîn

Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogruak di 21’emîn salvegera şehadeta xwe de hatin bibîranîn. Di bîranîna li ser gora Uta Schneiderbanger de, jin û malbatên şehîdan dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re dubare kirin.

Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ku di encama qezayeke li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn, bi wesîleya 21’emîn salvegera şehadeta xwe de, li Goristana Altstadt-Friedhof  li bajarê Mulheim an der Ruhr ê Elmanyayê ye ku gora Uta Schneiderbanger lê ye, bîranîn hate lidarxistin. Nûnerên UTAMara, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û malbatên şehîdan tevlî bîranînê bûn.

Li ser navê UTAMARA Gulîstan Kanîreş, bi deqîqeyekî rêzgirtinê bernameya bîranînê da destpêkirin. Li ser navê TJK-E’yê Jînda Denîz û li ser navê malbatên şehîdan Ayten Sunger axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi têkoşîna azadî û jinan hate kirin û biryardariya xwedîderketina li mîrateya şehîdan careke din hate diyarkirin. Piştî bernameya bîranînê, jinên UTAMARA serdana dayika Uta Scheiderbanger kirin.