BI DÎMEN

Tulay Hatîmogullari li Berlînê axivî: Em ê bi her awayî aştiyê pêk bînin

Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari, di Konferansa Aştiyê ya Tirkiyeyê de ku li Berlînê hate lidarxistin, bal kişand ser girîngiya aştiya Tirkiye û herêmê û bang kir ku zagonên demokratîkbûnê û azadiyê bên bicihanîn.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi mazûvaniya Civata Elewiyan-Cemxaneyê Konferansa Aştiyê ya Tirkiyeyê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, gelek akademîsyen, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî konferansê bûn.

Tulay Hatimogulları di axaftina xwe de, li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rojeva Tirkiye, Rojhilata Navîn û Rojava nirxandin kirin.

‘DIVÊ EM TIRKIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser girîngiya konferansê li hemberî zêdebûna dibetiya şer li cîhanê û herêmê û destnîşan kir ku aştiya Tirkiyeyê di heman demê de wateya aştiya Sûriye û Rojhilata Navîn e. Hatimogullari got: “Em aştiya Kurd diparêzin, lê ev bi tena serê xwe têrê nake; divê em Tirkiyeya demokratîk ava bikin. Ji bo avakirina komara demokratîk divê em her cure hewldanê bidin û ji bo demokratîkbûna civakê em hemû hewldanên xwe bidomînin.”

‘JI BO ELEWÎTIYÊ DI NAV SINORÊN DEWLETÊ DE ZINDANÎ BIKIN GAVÊN CIDÎ DIAVÊJIN’

Tulay Hatîmogullarî diyar kir ku Partiya DEM’ê di destpêka pêvajoyê de li Tirkiyeyê bi zêdetirî 100 saziyên Elewî re hevdîtin pêk anîne û ev hevdîtin didomin, û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP’ê ne tenê bi Kurdan re mijûl e, ne tenê hewl dide Kurdan asîmîle bike; li hemberî hemû gel û baweriyên cuda nêzîkatiyeke yekpare heye. Hem ji aliyê nijadî ve yekpare ye hem jî ji aliyê olî û mezhebî ve yekpare ye. Îro dewlet hewl dide Elewîtiyê di nav sînorên xwe de bihêle. Ji bo vê yekê gavên gelekî cidî diavêjin.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser komkujî û zilmên ku Elewî li Tirkiye û Sûriyeyê jiyane û wiha got: “Em wekî mirovên ku şahidiya van hemûyan in, vê pêvajoya aştiyê hem ji bo aştiya Tirkiyeyê û demokratîkbûna wê, hem jî ji bo aştiya herêmê û demokratîkbûna wê dixwînin. Bi taybetî canên me yên Elewî, em ji bo ku hemû gel û baweriyên cuda yên li Tirkiye û herêmê wekî welatiyên wekhev bijîn, ji bo avakirina zemîneke demokratîk têkoşîna xwe heta niha domandiye û em vê zeminê bi vî awayî dixwînin.”

Tulay Hatîmogullari, derbarê pêşketinên heta niha di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de agahî da beşdaran û got: “Li gorî me, divê êdî ber bi rêziknameyên zagonî û hiqûqî ve were çûyin. Ji vê yekê armanc çi ye? Beriya her tiştî, zagonên azadiyê û demokratîkbûnê ne.”

‘LI DIJÎ RÊVEBIRINA TÊGIHÎŞTINÊ DIVÊ EM LI KÊLEKA HEV BISEKININ’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de daxwaz kir ku, Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û girtiyên Kobanê yên din û hemû girtiyên siyasî divê zûtirîn bên berdan, û bi bîr xist ku yek ji wan kesên ku Rêber Apo ewil name jê re şandiye Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag e, û got: “Li dijî rêvebirina têgihîştinê divê em bi hevgirtineke xurt bi hev re bisekinin.”

‘EM Ê BI HER AWAYÎ AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew amade ne bi hemû partiyên opozîsyonê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û tevgerên jin û ciwanan re werin gel hev û vê proseyê birêxistin bikin. Wê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi her awayî aştiyê pêk bînin. Em ê xwîna ku li Tirkiye, Sûriye û herêmê dirije rawestînin.”