TJK-Rûsya civîna xwe yê salê lidar xist

Tevgera Jinên Kurd A Rûsyayê (TJK-Rûsya) li Moskowê civîna xwe pêk anî û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara berfirehkirina rêxistinbûnê dan.

Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê (TJK-Rûsya) civîna xwe ya salê li Moskowê ya Rûsyayê lidar xist. Di civîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, hemû şehîdên meha Cotmehê bi taybet şehîdên ku di encama êrîşên bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatin bîranîn.

Di civînê de Seroka TJK-Rûsya Culyeta Aram rewşa dawî ya siyasî nirxand û bal kişande ser têkoşîna li Kurdistanê û pêşengiya jinê ya li nava têkoşînê. Aram got, “Em sembola berxwedaniya mezin a meha Cotmehê û fermandarê artêşa jin hevrê Bêrîtan di salvegera şahadeta wê ya 30’mîn de bi rêzdarî bibîr tînin. Em li hember biranîna şehîdên meha Cotmehê yên ku bûne şopdarê berxwedaniya hevrê Bêrîtan bejna xwe ditewînin. Di heman demê de yê ku rastiya berxwedaniya jina Kurd afirandiye Rêber Apo jî silav dikin. Keça Kurd ya leheng Bêrîtan bi sekna xwe ya ku serê xwe natewîne da diyar kirin ku gelê Kurd û jinên Kurd ti carî xwe radest nakin, wê ev berxwedanî bigihije serkeftinê. Mînaka wê ya berbiçav jî di şexsê jina kurd Jîna Aminî de li rojhilatê Kurdistanê ruhê berxwedanê bûye nasnameya hemû jinan.”

Piştî nirxandinê raporên xebatan hatin xwendin û her wiha pirsgirêkên jinên Kurd li Rûsya, asta ku saziyên jinên Kurd gihiştine û têkiliyên wê yên bi saziyên din ên jinan re hatin nirxandin.

Di civînê de rojeva sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Biryar hate girtin ku di serî de li Moskowê, li Rûsyayê, li deverên ku Kurd lê dijîn rêxistinbûyina jinê lê were xurtkirin.