TJK-F û CDK-F: Em ê hesabê komkujiyên Parîsê bipirsin

Ji bo hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê wê 23’ê Kanûnê li Parîsê meş were lidarxistin. TJK-F û CDK-F’ê banga tevlîbûna meşê kirin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li paytexta Fransa Parîsê bi boneya salvegera qetilkirina yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil daxuyaniya çapemeniyê da.

Daxuyanî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku komkujî lê pêk hatibû, hate dayîn. Daxuyanî bi Kurdî, Tirkî û Fransî hate dayîn.

Berdevka Dîplomasiya CDK-F’ê Bêrîvan Firat, Hevberdevkê Dîwana CDK-F’ê Abdullah Ulmez, Hevberdevkê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û Berdevka TJK-F’ê Cemîle Emînoglû beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrênerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parisê  Fîdan Doğan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez di 9’ê Cotmeha 2013’an de ji aliyê MÎT‘ê ve hatin qetilkirin. Hêzên terorîst ên dijminên Kurdan ku cesaretê ji bê edaletiya dewleta Fransayê digirin di 23'ê Kanûna 2022’yan de di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil de dîsa me qetil kirin. Di 10’emîn salvegera komkujiya yekemîn de rewşa edalet û siyaseta Fransayê li dîrokê hat nivîsandin. Evîn a ku cihanê ji barbariya DAÎŞ'ê rizgar kir, li navenda cîhanê hat qetilkirin. Di vê komkujîyê de jina azad a bi felsefeya Rêber Apo hatiye afirandin û bi navê Evîn wek ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ pêşve çû. Welatparêziya neteweperwer û pîroz a Abdûrahman û çanda Kurdistan ku bi dengê Mîr Perwer li dijî dagirkeran li ber xwe dan hedef girtin.

RÊ LI BER QETILKIRINA KURDAN BIGIRIN

Lê dost û dijminên Kurdan ên ku helwesta Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Abdûrahman û Mîr dîtin hesabên dijminan pûç kirin û bûn dengê berxwedana Rêber Apo û cangoriyên Kurdistanê.

Di 11'emîn û 1'emîn salvegerên komkujiyên Parîsê de dîsa bang li dewleta Fransa dikin ku heger naxwaze di dîrokê de wek hevkarên kujeran neyê nasîn, divê tavilê li hemberî dewleta Tirk xwedî helwest be û rê li qetilkirina Kurdan bigire.

JI BER BÊNDENGIYA EWROPAYÊ EM TÊN QETILKIRIN

Bi taybetî dewleta faşîst a Tirk û dagirkerên Kurdistanê, her roj sazî û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropa bi şêwaza demokratîk xebatên xwe dimeşînin, krîmînal dikin û paşê di bin çavdêriya û bêdengiya dewletên Ewropayê de tên qetilkirin an jî gef li wan tê kirin. Ji ber vê em ji dewletên Ewropayê re dîsa dibêjin ku li nirxên xwe yên azadî û demokrasiyê xwedî derkevin, tekoşîna gelê Kurd qebûl bikin û piştgiriya wan bikin.

Dewleta Tirk a faşîst û paşverû û hemû dewletên ku dijminiya Kurdan dikin îro me qetil dikin û wê sibê wek nîşanên Charlie Hebdo û Bataclan we jî qetil bikin.

Di vê sala ku pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî‘ ji aliyê dostên Kurdan ve li 74 navendan hat destpêkirin, em ê bi encamkirina pêngavê tola şehîdên xwe hilînin.

Ji bo hesabpirsîna komkujiyên Parîsê, bi dawîanîna gef û qetilkirina Kurdan em bang li raya giştî, dostên gelê xwe yê birûmet dikin ku di 23’yê Kanûnê 2023’yan saet 11.00’an de li ber buroya informasyona Kurdistanê ya li Gare du Nordê ya Parîsê, bi tevlihevbûna gelê me, em ê şehîdên xwe Evîn Goyî, Abdûrahman Kizil û Mîr Perwer bi bîr bînin.

Em wek TJK-F û CDK-F’ê dest bi xebatên şermezar kirin û hesabpirsîna herdu komkujiyên Parîsê dikin.“