TJK-F Û CDK-F: Em her kesê vedixwînin meşa 22’yê Çileyê
TJK-F û CDK-F’ê bi daxuyaniyekê got: “Em banga tevlîbûna meşa dirêj li her kesê dikin ku wê roja Duşemê 22'yê Çileyê li Parîs destpê bike.’’
TJK-F û CDK-F’ê bi daxuyaniyekê got: “Em banga tevlîbûna meşa dirêj li her kesê dikin ku wê roja Duşemê 22'yê Çileyê li Parîs destpê bike.’’
Di daxuyaniya nivîskî de ya TJK-F û CDK-F'ê bal hat kişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Dixwazin bi polîtîkayên zext û zorê siyaseta civakî, aborî, tehrîbata çandî û şerî hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn ferz bikin."
‘’Di çarçoveya hemleya ku beriya meşa navendî ya wê 17'ê Sibatê li Kolnê bi şîara ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Kurdistanê re Statu’ were pêkanîn, em ê ji bo şermezarkirin û şikandina tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 25 bajarên bakurê Fransayê meşeke ku 25 rojan dewan bike, pêk bînin. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku beşdarî vê meşê bibin û piştgiriyê bidin. Meşa me wê 22’yê Çileyê roja Duşemê di saet 13.00’an de li Rûe La Fayetteya Parîsê destpê bike.’’