TJK-E’yê: Bi ruhê Kobanê di 1’ê Mijdarê de em li Den Haag ê kom bibin!

TJK-E'yê diyar kir, ji bo bang li OPCW’ê bikin ku erka xwe ya mirovî, hiqûqî û gerdûnî bi cih bîne ew ê li Den Haagê bin û got, "Di 1’ê Mijdarê de divê jin, gelê me, ciwan û dostên me neçin dibistanê û kar û tevlî çalakiyê bibin."

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang li her kesî kir ku li Den Haagê ji bo OPCW’ê li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê bixin tevgerê, li hev kom bibin û bibin nefesa gerîla.

TJK-E’yê, diyar kir ku OPCW’ê bi ezmûneke jiyanî re rû bi rû ye û got, "Divê li gorî sazîbûn, prensîbên xwe yên damezrandinê tevbigerin. Ji bo pêşî li şerê nukleerî bê girtin û biçe herêmê û lêkolînan bike, divê Komîteya Bijîşkan guh bide daxwaza IPPNW'ê ya ji bo lêkolînê û li dijî dewleta Tirk helwest nîşan bide."

Di daxuyaniya TJK-E’yê de wiha hate gotin:

“Dîmen û daxuyaniyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve li dijî gerîla bikar aniye, ev demeke bû rojeva gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk. Em careke din diyar dikin ku; Dîmenên hatine weşandin peyameke zelal e ji hemû pêkhateyan re, bi taybet ji bo jin û gelê Kurd ku alîgirê demokrasî û nirxên mirovahiyê ne û banga xwedîderketina li berpirsyariyên xwe ye. Gelê Kurd 10 rojan daket qadan û bi dirûşmeya “Gerîla rûmeta me ye” ev sûcê li dijî mirovahiyê, li ser zarokên xwe tehşîr kirin.

FÎNCANCI DENGÊ WIJDANÊ CIVAKÊ YE

Piştî dîmenên kîmyewî ku di sedsala 21’an de weke nîşaneya şermê di dîrokê de wê cih bigirin, dewleta Tirk ji bo înkarkirina sûcê, ketiye panîkê û xebatkarên çapemeniya azad di serî de Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî jî di nav de her kes kiriye hedef. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê sûcdar e! Her çend ew hewl didin ku sûcên xwe bi afirandina hewayek tirsê veşêrin jî, bê encam in. Şebnem Korur Fîncanci nûnera birûmet a pîşeya xwe, zanyara ku heqîqetê dizane, dengê wêrek yê wijdanê civakê ye û parêzvana mafên jinan e. Em van êrîşên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tundî şermezar dikin.

REWATIYA XWE NEKIN MIJARA NÎQAŞÊ!

Digel ku gelek delîlên berbiçav hene, bêdengiya saziyên muxatab, saziyên tenduristiyê û mafên mirovan rewabûna van saziyan kiriye mijara nîqaşê. Ne li Tirkiyeyê û ne jî di qada navneteweyî de li hemberî lêpirsîn, eşkerekirin û darizandina van sûcên li dijî mirovahiyê helwestek nîne. Berevejî tiştên ku dibêjin, bêdengiya OPCW’ê û Neteweyên Yekbûyî bi taybetî nîşan dide ku ew ne serbixwe ne. Daxuyaniya OPCW’ê ya ku dibêje "îdîaya kîmyewî tenê bi serîlêdana welatên endam dikare were lêkolînkirin", ji bilî eşkerekirina sûcê kîmyewî, bingehek ji bo vê sûcê peyda dike. Eger daxwazên mafdar ên 70 milyon gelî, sûcên li dijî wan li ser esasê qanûnekê bên paşguh kirin, ji bilî şirîkê vê sedsala îmha û înkarê çi wateya wê heye? Kîjan nirxê mirovî, kîjan wijdan, kîjan exlaqê zanistî dikare vê qebûl bike?

DIVÊ OPCW LI DIJÎ PRENSÎBÊN XWE TEVNEGERE

Ezmûneke girîng li pêşiya OPCW’ê ye. Çawa ku di daxuyaniyên xwe yên sazî de, ger tê xwestin ku "cîhanek bê çekên kîmyewî û metirsiya karanînê" were xwestin, divê li gorî sazîbûn, prensîbên xwe yên damezrandinê tevbigerin. Ji bo pêşî li şerê nukleerî bê girtin û biçe herêmê û lêkolînan bike, divê Komîteya Bijîşkan guh bide daxwaza IPPNW'ê ya ji bo lêkolînê û li dijî dewleta Tirk helwest nîşan bide.

ROJA KOBANÊ EM LI DEN HAAGÊ KOM BIBIN

Di 1’ê Mijdarê de li Den Haag a Hollandayê em ê bi lezgînî bang li OPCW’ê bikin ku erkên xwe yên mirovahî, hiqûqî û gerdûnî pêk bîne. Em bang li hemû jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, gelê xwe, hemû meclîsên jinan, înîsiyatîfa û pêkhateyan dikin ku tevlî vê meşê bibin. Di 1’ê Mijdarê de divê jin, gelê me, ciwan û dostên me neçin dibistan û kar, jiyanê bidin rawestandin û tevlî çalakiyê bibin, divê ev yek di têkoşîna rûmetê de cih bigire. Ev roj di heman demê de Roja Kobanê ya Cîhanê ye ku weke roja têkoşîna hevpar a hemû mirovahiya pêşverû tê nîşankirin. Çawa ku Kobanê bû navê helwesteke li dijî berteka ku dixwaze cîhanê di tariyê de bifetisîne, îro jî di şexsê gerîla de mirovahî tê xwestin bê nefes bê hiştin. Îro dema parastina vî ruhê ku hêza berxwedanê dide Kobanê ye."