TJK-E: Li her derê xwedî li Şengalê derkevin

TJK-E’yê li dijî êrîşên li ser Şengalê daxuyaniyek da û got, “Em li dijî qirkirina Êzidiyan, bi mezinkirina berxwedanê li her derê xwedî li Şengalê derkevin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E'yê de hat gotin, "Gelê Êzidî yê li Şengalê di 3'yê Tebaxa 2014'an de li pêşberî tevahiya cîhanê rastî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê hat û bi qirkirineke mezin re rû bi rû hat. Çeteyên DAÎŞ'ê zêdetirî 3000 Êzidî ku piraniya wan jin û zarok bûn qetil kirin. 10 hezar kes neçar man xaka xwe biterikînin û bikevin ser rêyan. Di serî de zarok hin ji wan kesên ku xwe spartin çiyayan, ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkî 5 hezar jin û zarok ji aliyê çeteyên ku sax man bi awayekî sîstematîk rastî êşkence û tecawizê hatin û li bazaran wek kole hatin firotin. Çarenûsa bi hezaran kesên dîl hatin girtin hê jî ne diyar e."

'JIN Û GELÊ KURD WÊ DESTÛR NEDIN!'

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:

"Ev êrîşa ku Neteweyên Yekbûyî wekî jenosîd pênase kir, di dîroka gelê Êzidî de 74'emîn Fermane bû. Piştî vê karesata mezin, qirkirineke mezin, komkujiyeke jin û zarokan û koçberî ma. Piştî qirkirinê ji bo ku gelê Êzidî parastina xwe û baweriya xwe bike, hat fêmkirin ku xwerêveberî û xweparastin çiqasê pêwîst û jêveneger e. Di vê çarçoveyê de yekemîn car li Şengalê xweseriya demokratîk bi pêşengiya jinan hate ragihandin. Bi vî rengî gelê Şengalê di dîroka xwe de yekem car jiyaneke bi îrade û hêza xwe û bê şer û pêbawer ava kirin.

Lê îro di encama bazar û hevkariya qirêj a dewleta Tirk a faşîst, PDK’a xayîn û hikûmeta Iraqê de weke pêngaveke girîng a plana qirkirina Kurdan ji nû ve êrîşek li ser Şengalê tê kirin. Bi fermana 75’an re careke din qirkirin li ser gelê Êzidî tê ferzkirin. Jin û gelê Kurd wê destûrê nedin vê.

Weke TJK-E em bang li hemû gelê xwe, di serî de jin, hemû mirovahiyê û her kesên hestiyar dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û van planên qirkirinê pûç bikin. Werin em li dijî qirkirina Êzidiyan li her derê bi bilindkirina berxwedanê re xwedî li Şengalê derkevin.”