BI DÎMEN

Thomas Portes: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo paşeroja pêvajoyê gelekî girîng e ku nebe nabe

Parlamenterê Fransayî Thomas Portes işaret bi kêmasiya siyasî û hiqûqî ya li pêvajoyê kir û got, "Aştî û muzakere di nava mercên wekhev û azad de pêk tê. Azadiya Ocalan ji bo paşeroja pêvajoyê gelekî girîng e ku nebe nabe."

THOMAS PORTES

Siyasetmedarên Ewropî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya herêmê weke firsendeke dîrokî dinirxînin.

Yek ji kesayetên ku mijarê ji nêz ve dişopîne Parlamenterê Parlamenta Neteweyî yê ji Tevgera Fransayê ya Serî Natewîne (France Insoumise) Thomas Portes e. Thomas Portes li ser pêvajoyê ji ANF'ê re axivî û got, "Gelekî xemgîn im ku îro pêvajoya aştiyê gihîştiye asta sekinînê; ji ber ku rewşa heyî rewşeke xitimînê ye. Abdullah Ocalan di Sibata 2025'an de ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî ya bi salan bangek kir. Ji PKK'ê xwest ku xwe fesix bike; bi qasî ku tê bîra min ev yek di Gulana 2025'an de pêk hat. Li pêşberî vê rewşê dewleta Tirk biryarek wernegirt."

Thomas Portes destnîşan kir ku divê ev pêvajoya aştiyê nexitime, jinûve veneguhere rewşeke dramatîk û got, bi dîtina min ji bo naskirina mafên gelê Kurd, ji bo avakirina statuya wan a di çarçoveya muzakereyan û berpirsyariya siyasî de divê zext dewam bike.

Ji bo vê jî bi taybetî işaret bi berpirsyariya civaka navneteweyî kir û destnîşan kir ku bi zexteke giran a li dewleta Tirkiyeyê divê civaka navneteweyî weke ku berê gelek caran kir careke din gelê Kurd li qedera xwe neterikîne.

'OCALAN HÊVIYA GELÊ KURD TEMSÎL DIKE'

Parlamenterê Fransî destnîşan kir ku Rêber Apo yê ku ji sala 1999'an û vir ve dîlgirtî ye, li gel berxwedêriya xwe fîgurekî hêviya siyasî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Divê beşdarî muzakereyan bibe û bê berdan. Qet nebe ya ku em bi mehan e dixwazin ev e û ji bo berdana Abdullah Ocalan me pêşnûme biryarek pêşkêşî Meclîsa Neteweyî ya Fransayê kirin. Weke ku min beriya niha jî got, di hemû şer ên ku bi rengekî erênî bi encam bûn, lîderên berxwedanê tevlî pêvajoyê bûn.

Li Efrîkaya Başûr bidawîbûna rejîma apartheidê bi berdana Nelson Mandela û tevlîbûna wî ya li hilbijartinê pêk hat. Hêvîdar im wê sibe ji bo Fîlîstînê jî pêvajoyeke aştiyê destpê bike û eger ev pêvajo wê Merwan Barghouti jî bigire nava xwe; ew jî fîgurek e ku ji aliyê beşeke girîng a gelê Fîlîstînê ve tê naskirin. Eger beşdarî muzakereyan nebe û lîderê bingehîn neyê berdan -ku bi banga Abdullah Ocalan fesix pêk hat- ev pêvajo wê hîn ji destpêkê ve lawaz be.

Yê ku îro hêviya gelê Kurd temsîl dike ew e. Tevlînekirina wî ya li pêvajoyê wê bê wateya têkbirina pêvajoya aştiyê ji destpêkê ve. Di pêvajoya navbera FARC û Kolombiyayê de jî lîderê FARC'ê yê wê demê tevlî muzakereyan bû. Ji aliyê Serokkomarê Kolombiyayê ve hate qebûlkirin, maseyên muzakereyê hate danîn û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de peymana aştiyê hate îmzekirin. Mirov vê pêvajoyê dikare rexne jî bike, dikare piştgiriya wê jî bike lê belê di her halî de lîderên herdu aliyan an jî nûnerên wan tevlî pêvajoyê hatin kirin. Îro jî lîderê bingehîn yanî daxwaza tevlîbûna Abdullah Ocalan bi rengekî azad li muzakereyê, li pêvajoya aştiyê tê kirin.

Heta ku yek ji aliyan bi rengekî azad li maseyê neyê temsîlkirin, serketina pêvajoya muzakereyê gelekî zehmet e."

'HETA KU STATU NEYÊ DIYARKIRIN Û AZADÎ NEBE, AŞTÎ JÎ NABE'

Parlamenterê Fransayê Thomas Portes got, nakokiyeke cidî ye ku hem wê daxwaza aştiyê bê kirin hem jî lîderê wê tevgerê jî li girtîgehê bê hiştin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Di vê demê de qebûlkirina berdana Ocalan wê bibe peyameke xurt a siyasî. Ocalan ji sala 1999'an û vir ve girtî ye. Li gel vê yekê jî pêvajoyeke aştiyê ya gelekî girîng da destpêkirin. Beriya bi çend hefteyan jî li gel ku dewleta Tirk ti gav neavêtiye, careke din anî ziman ku ew alîgirê vê pêvajoya aştiyê ye. Lewma divê êdî bersiv ji nêta wî ya baş re bê dayin. Ji ber vê, ji bo Kurd karibin baweriya xwe bi pêvajoya aştiyê bînin bi lez divê bê berdan. Ji ber ku rîskek heye."

Di vê çarçoveyê de Thomas Portes destnîşan kir ku berdana Rêber Apo û tevlîbûna wî weke muzakerevanê sereke li pêvajoya aştiyê pêwîstiyeke lezgîn e.