Tevgera Aştiyê ya li Fransayê nerazîbûn nîşanî êrîşên kîmyewî da
Tevgera Aştiyê ya li Fransayê bal kişand ser êrîşên kîmyewî ên dewleta Tirk û bang li civata navnteweyî kir ku dawî li êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdan bînin.
Tevgera Aştiyê ya li Fransayê bal kişand ser êrîşên kîmyewî ên dewleta Tirk û bang li civata navnteweyî kir ku dawî li êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdan bînin.
Tevgera Aştiyê ya li Fransayê bi daxuyaniyekî nivîskî têkîldarî êrîşên çekên kîmyewî ên dewleta Tirk wiha got, “Em hîn bûn ku di çarçoveya operasyona leşkerî ya arteşa Tirk ya li hemberî Hêrêma Kurdistanê de nêzî 40 şervanên Kurd bi gumana bikaranîna çekên kîmyewî şehîd bûne û bi sedan şervan jî birîndar bûne.
Dîmenên ku ji aliyê şahîdan ve hatine kişandin, têkîldarî bikaranîna gazên jehrî delîlên pir xurt nîşan dide. Kîmyagerên endamên ÎPPNW ku çûn hêrêmê, şopên gazên kîmyewî li qadên çiyayî ku arteşa Tirk ji vir vekişiyaye, tespît kirin. Tarîfên bandorên ku li ser cenazeyan hate tespîtkirin, çavkaniya wan ya mirinan piştrast dike. Ji bo piştrastkirina sûcên şer, ji aliyê pisporên navneteweyî ve li ser bikaranîna çekên kîmyewî xebat tên kirin.
Bikaranîn û hilanîna çekên kîmyewî ya ku ji bo komkujiya giştî tên bikaranîn, di sala 1997’an de bi Peymana Çekên Kîmyewî hat qedexekirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê û hevalbendên wî ku li welat di nav tengasiyekî de ne, beriya hilbijartinên diyarker ku bên kirin, êrîşî rêxistinên Kurd ên li hemberî xwe dikin. Bi van êrîşên xwe qanûna navneteweyî binpê dike. Tevgerên Kurd gelek caran rêz dane biryara agirbestan, lê dewleta Tirk her car ji aliyê xwe ve biryara agirbestê xira kiriye. Her tim daxwazên şert û mercên jiyana komînal paşguh kirine.
Kurd ku parçeyek ji têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ye, li Sûriye bi taybet di sala 2014 û 2015’an de li bajarê Kobanê ji bo pêşveçûna DAÎŞ’ê asteng bikin, bûn hêzeke diyarker. Rûsya, DYE û Fransa ku bi vê wesiliyê bi Kurdan re tîfaq kirin, piştre dest ji Kurdan berdan û dema dewleta Tirk êrîşên xwe li hemberî Kurdan zêde kir ti bertekek raber nekirin. Niha di şerê Ûkranyayê de Erdogan bi îdiaya ku her du aliyan digire hewl dide di navbera Ûkranya, NATO, DYE û Rûsyayê de xwe weke navbeynkar nîşan bide.
BANGA LI CIVATA NAVNETEWEYÎ
Em bang li ciwata navneteweyî dikin ku dawî li êrîşên li hemberî Kurdan bînin û demildest şert û mercên xweseriyê bên gotûbêjkirin. Em daxwaz dikin ku sedema mirina şervanên Kurd were zelalkirin û ji bo eşkerekirina berpirsan lêkolîneke fermî bên kirin.”