Tevahiya şevê bi droneyan êrîşî Rûsyayê hate kirin
Rûsyayê ragihand ku di êrîşên bi balafirên bêmirov ên Ûkraynayê de 556 drone hatine xistin. Di êrîşên li derdora Moskowê de, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rûsyayê ragihand ku di êrîşên bi balafirên bêmirov ên Ûkraynayê de 556 drone hatine xistin. Di êrîşên li derdora Moskowê de, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşên tevahiya şevê de 556 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatine îmhakirin. Wezaretê ragihand ku êrîş li ser 14 herêmên cuda û Kirim, Deryaya Reş û Deryaya Azad ên hatine îlhaqkirin, pêk hatin.
Rayedaran diyar kir ku ji dema şer destpê kir û vir ve, ev yek ji êrîşên herî mezin a bi balafirên bêmirov e.
Waliyê herêma Moskowê diyar kir ku di êrîşan de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku li herêma Khimki jinekê jiyana xwe ji dest daye, li nêzî Mytişçi jî du mêran jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku di êrîşan de hin malan zirar dîtine û tesîsên binesaziyê hatine hedefgirtin.
ZELENSKIY: MAFÊ ME HEYE KU EM LI TESÎSÊN LEŞKERÎ Û PETROLÊ BIXIN
Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy roja înê daxuyanî dabû û gotibû, weke bersiva êrîşa li ser Kîevê û di encamê de 24 kes mirin, mafê Ûkraynayê heye ku li tesîsên petrol û leşkerî yên li Ûkraynayê bixe.
Agirbesta demkurt a beriya demekê navbera Rûsya û Ûkraynayê hatî îlankirin jî, hefteya borî bi dawî bibû.