TEV-ÇAND Ewropa: Divê hemû hunermend beşdarî meşa 6’ê Çileyê bibin

TEV-ÇAND Ewropa bi daxuyaniyek nivîskî komkujiyên Parîsê şermezar kir û ev peyam da: “Divê hemû hunermend û xebatkarên çandê yên welatparêz roja 6’ê Çileya 2024’an pêşengiya meşê bikin.”

TEV-ÇAND Ewropa têkildarî meşa 6’ê Çileya 2024’an ku bi boneya şermezarkirina komkujiyên Parîsê tê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bêyî ku rastiya komkujiya yekemîn zelal bibe û bi raya giştî re bê parvekirin, kujer hate wendakirin.

Hîn gelê Kurd di lêpirsîna vê yekê de bû, careke din Li Parîsê rastî komkujiyê hatin.

Bila kes ji me nexwaze ku em vê lihevhatin û qeder bibînin.

Ev raste-rast planeke gemar a istîxbarata Tirkiyê ye.

Heya ku Fransa vê yekê zelal neke, ew ê di çavê Kurdan de hevparê van komkujiyan be.

Em weke tevgera çanda Demokratîk a li Ewropayê, em ê ji bo zelalkirina her du komkujiyan jî xwedî roleke pêşeng bin.

Sakîne Cansiz a ku li gel her du jinên têkoşer Leyla û Fîdan di komkujiya yekê de şehîd bûn, li gel hemû xebatên xwe, kedeke mezin ji bo çanda Kurd daye û pêşengiya eniya parastina wê kiriye.

Dîsa di komkujiya duwemîn de, li gel têkoşer û jina pêşeng Evîn Goyî û welatparêz ê Kurd Abdûrrahman Kizil, hunermendê ciwan û endamê tevgera me Mîr Perwer jî bû hedefa terora saziyên faşîzmê.

Divê hemû hunermend û xebatkarên çandê yên welatparêz roja 6’ê Çileya 2024’an li paytexta Fransa Parîsê di meşa şermezarkirina komkujiyan û zelalkirina wan de, li kêleka gelê xwe bin, bi wan re bimeşin û pêşengiya wê bikin.”