TCŞ li Atînayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî daket qadan
Li Syntagmaya cihek ji cihên herî qerebalix ê Atînayê, ciwanan qetlîamên dewleta Tirk a faşîst ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Li Syntagmaya cihek ji cihên herî qerebalix ê Atînayê, ciwanan qetlîamên dewleta Tirk a faşîst ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, ciwanan, li Syntagma ya cihekê ji cihên herî qerebalix ê Atînayê ku avahiya hikûmeta lê ye, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, pankart hilda, dirûşm berz kirin û fişekên hewayî teqandin.
Di çalakiyê de OPCW, NY, NATO ku dengê xwe ji bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, nakin, hatin protestokirin. Ji bo teşhîrkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a faşîst, bi hezaran danezan hatin belavkirin û ciwanan da zanîn ku ew ê bêyî navber li çalakiyên xwe dewam bikin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne“, “Zap, Avaşîn, Metîna, Berxwedana Gerîla“ hatin berzkirin. Enternasyonalîstan jî piştgirî da.