TCŞ: Em ê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakî lidarxistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çaresariya Siyasî” li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakî lidarxistin. Ciwanan di şexsê gerîlayên ku di berxwedana Xwerêveberiya Şirnexê de şehîd bûne, li ber sirûda “Çerxa Şoreşê” deqeyek rêz girtin û dest bi çalakiya xwe kirin.

Ciwanan di çalakiyê de alayên “Ji Rêber Apo re azadî” ya bi gelek zimanan û pankarta “Berxwedan Jiyan e” vekirin.

Ciwanan daxuyanî dan û wiha gotin: “Em ê xwedî li Rêber Apo û partiya xwe derkevin. Em weke ciwanên Apoyî çi ji destê me were em ê bikin û pergala Îmraliyê ku cîhan li hemberî wê bêdeng e, hilweşînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana ku li zindanan hatiye destpêkirin, mezin bikin û her qadê ku em lê ne veguherînin qada berxwedanê. Bila her kes bizane, em ê jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nekin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.”

Çalakiya ciwanana bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.