Di bîranîna ku malbata Taylan Kahraman, rêhevalên wî û gelek Kurdistanî amade bûn, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zekiye Nûrhaq û dayika Taylan Şengê Kahraman axaftin kirin. Her wiha nameya Şengê Kahraman a ji bo kurê xwe nivîsîbû hat xwendin.
Di axaftinên ku derheqê jiyana Şehîd Taylan Kahraman û dilsoziya wî ya bi têkoşînê re hatin vegotin de, hate diyarkirin ku divê di vê pêvajoyê de wateya çalakiya Taylan Kahraman û peyama ku dixwaze bide, hîn rasttir were xwendin.
Di bîranînê de bal hat kişandin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destnîşankirin.
Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û li cihê ku Taylan Kahraman çalakiya xwe li dar xistibû kulîlk hatin hiştin û find hatin pêxistin.