Stêrk TV êriş şermezar kir û bang li rayedaran kir

Stêrk TV êrişa çekdarî ya li hemberî nûçegihanê xwe Hêmin Mamend şermezar kir û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku êrişkaran eşkere bikin.

Têkildarî êrîşa çekdarî ya li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ya li hemberî nûçegihanê Stêrk TV Hêmin Mamend ku niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyeyê tê dermankirin, televîzyona Stêrk TV daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Çavdêrê siyasî, rojnamevan û pêşkêşvanê bernameya televizyona me Stêrk Tv Hêmin Mamend duh êvarî ji aliyê kesên nenas ve li taxa Eqarî hate gulebaran kirin. Pêşkêşvanê me Hêmin Mamend bi du guleyan bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê derman kirin. 

Em êrişa li ser hevalê me yê Rojnamevan Hêmin Mamend bi tundî şermezar dikin û şifayê jê re dixwazin. 

Êriş û hedefgirtina rojnamevanan sucekî navnetewî ye û êrişa li ser mafên mirovan û mafên civakê ye. 

Divê rayedarên herêma başurê Kurdistanê demildest bûyerê ronî bikin û fail û êrişkarên bûyerê eşkere bikin."