Saziyên Elewiyan, pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Ewropayê (ADGB) û gelek siyasetmedar li paytexta Swîsre Bernê kom bûn û bi şiyara “Em kirdeya damezrîner a aştî û veguherîna demokratîk in” daxuyanî dan çapemeniyê.
MECSÎDÊ LI SER MUNZÛRÊ FERZ DIKIN
Saziyên Elewiyan careke din çêkirina mecrîsa li kaniyên Munzûrê red kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çêkirina mescîdê li Munzûrê û li cihê me yê pîroz nayê qebûlkirin. Divê dewlet dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde û vê ferzkirinê paşve bikişîne.”
BAL KIŞANDIN SER BANGA RÊBER APO
Daxuyaniya ku li Qada Bahnhofê hate lidarxistin, endamên FEDA, DAKB, ADGB û gelek siyasetmedar beşdar bûn. Daxuyanî bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hate xwendin.
Di daxuyaniya ku li ser navê FEDA û DAKB’ê hat xwedin de bal kişandin ser banga Rêber Apo yên aştiyê. Di daxuyaniyê de li ser Komîsyona Meclîsê ya bi pêşniyara Rêber Apo hatiye avakirin, rawestiya û diyar kir ku ev yek derfetek girîng e û wiha hat gotin: "Aştiya rast û mayînde ne tenê bi mekanîzmayên fermî, bi beşdariya gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û hemû mirovên hatine wêderkirin pêkan e.”
'AŞTÎ, RAZÎBÛNA CIVAKÎ YE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aştî ne tenê lihevkirina aliyan e, di heman demê de bi razîbûna hevpar a gel û baweriyan pêkan e û wiha hat gotin: "Aştî cema ku di navbera gel, bawerî û wijdan de hatiye avakirin. Civaka Elewî yek ji hêmanên bingehîn ên vê aştiyê ye û wê ti carî dev ji îradeya xwe bernedin."
DAXWAZÊN BINGEHÎN
Di nav daxwazên ku ji hêla FEDA û DAKB ve hatine ragihandin de, misogerkirina destûrî ya mafên hemwelatîbûnê yên wekhev, statuya cemexaneyan a mîna cihên îbadetê, rakirina Diyanetê betalkirina dersên olî yên mecbûrî, perwerdehiya bi zimanê dayikê, vekirina arşîvên komkujiyan, bidawîanîna polîtîkayên qeyûman û parastina xweza û deverên pîroz hebûn.
'ELEWÎ KIRDEYA DAMEZRÎNER A AŞTÎYÊ YE'
Saziyên Elewiyan diyar kirin ku ew ê teqez beşdarî pêvajoya aştiyê bibin û ev peyam dan: "Civaka Elewiyan yek ji gelên damezrîner ên vî welatî ye. Mafê me yê hemwelatîbûna wekhev jêveneger e. Ger em, Elewî di komîsyona aştiyê de cih negirin, wê demê aştî kêm be û civaka demokratîk jî kêm be."
‘DENGÊ AŞTIYÊ ERKA MIROVAHIYÊ YE’
Di dawiya daxuyaniyê de banga Rêber Apo ya “di pêvajoyê de beşdarbûna hemû beşên civakê pêdiviyek jiyanî ye” hat bibîrxistin û ev tişt hatin gotin:
“Em, gelê Elewî li hember vê bangê bêdeng namînin. Li gorî baweriya me, rêya me û hînkirinên me yên li ser mirovahiyê, em ê di pêvajoya aştiyê de ji bo wekhevî, edalet û jiyaneke bi rûmet roleke çalak bilîzin. Em ê têkoşîna ji bo aştiyê, mafan, gelan û razîbûnê mezin.”