Sînan Dersim li Atînayê hat bibîranîn
Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Sînan Dersim di salvegera duyemîn a şehadeta xwe de bi tevlêbûna gelek nûnerên rêxistin û partiyan hat bibîranîn.
Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Sînan Dersim di salvegera duyemîn a şehadeta xwe de bi tevlêbûna gelek nûnerên rêxistin û partiyan hat bibîranîn.
Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku 27’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, di salvegera duyemîn a şehadeta xwe de li Atînayê hat bibîranîn.
Bibîranîn, ji aliyê Yekitiya Çalakiyan a Yewnanistanê, MLKP, MKP, DKP BOG û TKPLM TÎKO’yê li Komeleya Çandê ya Kurd a Atînayê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Nûnerê li ser navê Yekitiya Çalakiyan a Yewnanistanê wiha axivî û got: “HBDH, bi ked, hewil, vîn û biryardariya Sînan Dersim heta van rojan hatiye. Hêviya rizgariya ji faşîzmê ya çîna karkeran, jin, gelê Kurd, Elewî û hemû bindestan, bi pratîka nemirên me yên têkoşîna şoreşa yekbûyî ye. Hevrê Sînan, ji gava HBDH ava bûye, berpirsyariyên xwe yên di asta navendî de, ji bo şerên mezintir ên siberojê bi gelek kedê bi cih anîn. Em ê bi her çalakiyek xwe hesabê hevrê Sînan bixwazin.“
Bibîranîn, piştî xwendina peyamên partî û tevgerên din, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.