BI DÎMEN

Seyîd Riza û hevrêyên wî li Swîsreyê hatin bibîranîn

Di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de, li bajarên Cenevre û Zurihê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de ev peyam derket pêş, “Ji bo Dersimê edalet, ji bo bîrê berxwedan.”

Bi wesîleya 88’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî, li bajarên Zurîh û Cenevre yên Swîsreyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) û Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) hatin lidarxistin. Gelek Dersimî û hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê tevlî çalakiyan bûn.

CENEVRE

Çalakiya li Cenevreyê li Qada Nations a li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin. Saziyên Elewî û rêxistinên şorşger bi şîara “Ji bo Dersimê edalet, ji bo bîrê berxwedan” li hev civiyan. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên rêya heqîqetê destpê kir.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a saziyan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka FEDA ya Swîsreyê Songul Aslan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ne gelê Dersimê, ne jî bawerî û nasnameyên din, serî li hemberî vê zilmê netewand. Em ê bîrê zindî bihêlin û bi bîr bixin ku heta bi qirkirinê re rûbirû neyên, aştî pêkan nîne.”

Songul Aslan diyar kir ku têkoşîna heqîqetê îro jî dewam dike û wiha got, “Jiyanîkirina mîrateya Seyîd Riza, mezinkirian têkoşîna jiyana hevpar û azad a gelan e.”

Bîranîn bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Dersimê” bi dawî bû.

ZURIH

Çalakiya li Zurihê jî li pêşiya Dêra St. Jacob hate lidarxistin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê FEDA yê Swîsreyê Ulaş Yildiz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Qirkirina Dersimê encama polîtîkayên dewletê yên tekparêz û asîmîlasyonê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana Seyîd Riza û hevrêyên wî wîjdana van xakan e û wiha hat gotin, “Em ê ji bo edaltê vê bîrê zindî bigirin, bi bîr bixin ku bêyî rûbirûbûna qirkirinê aştî pêkan nîne û têkoşînê mezin bikin.”

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.