Serokê BAK’ê Dr. Reînhardt: Fîncanciyê demildest berdin

Serokê Yekitiya Bijîşkên Elman Dr. Klaûs Reînhardt, di nameya ji Erdogan re şand de, got: “Girtina Profesor Fîncanci êrîşek e li dijî mafe azadiya xwederbirînê û xweseriya tibî ye.“ Reînhardt xwest ku Fîncanci demildest serbest bê berdan.

Serokê Yekitiya Bijîşkên Elman Dr. Klaûs Reînhardt, nameyek şand Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re û jê xwest ku Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, demildest serbest bê berdan.

Reînhardt, girtina Fîncanciyê şermezar kir û got: “Banga min li we ye ku hûn Profesor Şebnem Korûr Fîncanci demildest serbest berdin.“

Rheînhardt di nameya xwe de wiha nivîsiye: “Girtina Profesor Fîncanci, êrîşek e li dijî mafê azadiya xwederbirînê û xweseriya tibî ye. Bijîşkan, xwe bi tevahî daye aramiya civakê. Ev helwest, cewherê îmaja tibê bi xwe ye. Wek ên din Fîncanci jî temsîla parastina mafê mirovan dike. Mijara binpêkirina mafê mirovan, erka her bijîşkî/ê ye ku bike rojev.“