Serketina Cem Ozdemîr çi qasî rastiya Elmanyayê nîşan dide?

Cem Ozdemîr li Parlamenta Eyaleta Baden-Wurttemberg weke yekem serokwezîrê eyaletê yê Tirkiyeyî hate hilbijartin. Ev tabloya ku ji aliyê kesên bi eslê xwe koçber in ve girîng tê dîtin, rastiya siyasî û civakî ya welêt çi qasî nîşan dide?

CEM OZDEMÎR

Di dengdana li Parlamentoya Eyaleta Baden-Wurttemberg de ku çend rojan beriya niha hate kirin, di parlamentoya ku 157 kursiyê wê hene de Cem Ozdemîr 93 deng standin û weke yekem serokwezîrê eyaletê yê Tirk hate hilbijartin. Ev tabloya ku ji aliyê koçberên li Elmanyayê ve erênî tê dîtin, rastiya Elmanyayê çi qasî nîşan dide?

Vê Yekşemê hilbijartin çêbibe wê kîjan partî bibe ya yekemîn? Li Elmanya hem di hilbijartinên eyaletan de hem jî di yên federal de meylên hilbijêran çawa teşe digire? Li gorî daneyên ku ji aliyê şîrketên ku li ser tevgerên hilbijêran lêkolînan dikin ve tên weşandin,  tabloya siyasî ya heyî ya li Elmanyayê çi nîşanîme dide?

Anketên hem di asta eyaletê de hem jî yên di asta federalê de, bi awayekî birêkûpêk ji ali saziyên lêkolînê  yên weke Allensbach, Forsa, Forschungsgruppe Wahlen, GMS, Infratest dimap, INSA, Verian û Yougov ve tên kirin û li gel raya giştî tên parvekirin.

Encamên "Sonntagsfrage" (Encamên Yekşemê), xwe dispêre encamên anketên li hemû eyaletên weke Baden-Wurttemberg, Bavyera (Bayern), Berlîn, Brandenburg, Bremen, Hamburg, Hessen, Mecklenburg-Vorpommern, Saksonyaya Jêr (Niedersachsen), Ren-Vestfalyaya Bakur (Nordrhein-Westfalen), Rheinland-Pfalz, Saarland, Saksonya (Sachsen), Saksonya-Anhalt (Sachsen-Anhalt), Schleswig-Holstein û Thuringenê hatine kirin.

Piştî hilbijartinên pêşwext ên giştî yên di 23’yê Sibata 2025’an de hatine kirin, hikûmeta koalîsyonê ya ji partiyên weke CDU (Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanan), CSU (Yekîtıya Civakî ya Xiristiyanan) û SPD (Partiya Demokrat a Civakî ya Elmanyayê) di encama dengdana duyemîn a li Meclîsa Federal a di 6’ê Gulana 2025’an de Friedrich Merz weke serokwezîr hate hilbijartin û dest bi kar kir.

REWŞA HIKÛMETÊ: TABLOYEKE REŞBÎN

Hikûmeta Merz sala xwe ya ewil tije kir. Hikûmet, weke ‘’Koalîsyona Mezin’’ a ji CDU/CSU (Paratiyên Yekîtiyê) û SPD (Partıya Demokrat a Civakî) pêk tê, tê birêvebirin.

Dema ku em anketên di asta federal de lêkolîn dikin, tabloyeke reşbîn derdikeve pêşiya me. Li gorî anketên federal mn herî dawiyê (12’ê Gulana 2026’an), partiya Serokwezîr Merz CDU/CSU heya ji sedî 22-23’yan daketiye. Hevparê koalîsyonê SPD jî di astên ji sedî 12-13’yan de ye. Tevahiya piştevaniya ji hikûmetê re di derdora ji sedî 35’an de ye.

Li eyaletan jî tablo zêde baş nîne. Li Ren-Evstfalyaya Bakur ku weke keleha Hikûmeta 1’emîn tê dîtin, (NRW) CDU li gel ji sedî 34’an hê jî pozîsyona xwe diparêze. Her wiha li Saksonya-Anhaltê beriya hilbijartinên di 6’ê Îlona 2026’an de anketek hate kirin û li gorî encamên wê SPD di astên ji sedî 7’an de ye û CDU jî di asta ji sedî 26’an de xuya dike. Baden-Wurttembergê jî ku li wir Kesk bi hêz in, CDU li gel ji sedî 26’an di rêza duyemîn de ye.

BASKÊN ÇEPGIR Û LÎBERAL ÊN MUXALEFETÊ

Baskê çepgir, di navbera DIE LINKE (partiya Çepgir) a kevn û Tifaqa Sahra Wagenknechtê (BSW) ya nû hatiye avakirin de dabeş bûye. Di asta federal de tê dîtin ku DIE LINKE xwediyê piştevaniyeke biîstîqrar ya ji sedî 10-11’an e. Di asta eyaletê de jî bi taybetî jî li herêmên weke Bremen (ji sedî 13), Hamburg (ji sedî 12) û Thuringen (ji sedî 14)  muxalefeteke xurt bi rê ve dibe.

Her wiha partiya BSW ya Sahra Wagenknecht, di asta federal de li derdora jisedî 3-4’an de ye û weke ‘’hêzeke nû’’ cihê xwedigire. Lê belê li eyaletên weke Saksonya (ji sedî 11) û Brandenburg (ji sedî 8) ji bendavê derbas dibe û li cihekî girîng disekine.

Partiya Keskan ku Cem Ozdemîr jî endamê wê ye, yek ji bloka muxalefeta ‘’navpergalî ya ekolojîk’’ ya herî mezin pêk tîne.  Dema ku em li performansa federal a keskan lêkolîn dikin, tê dîtin ku di anketan de xwedî piştevaniyeke di navbera ji sedî 12 – 15’an de ye.

Partiya Keskan di asta eyaletan de jî li Baden-Wurttembergê li gel ji sedî 32’yan hê jî weke partiya yekemîn e û ev yek wan di asta eyaletan de dike aktorek gelekî xurt. Li metropolên weke Hamburg (ji sedî 20) û Berlînê (ji sedî 18) rêjeyên dengên xwe  yên bilind diparêze.

FDP (Lîberal) jî di asta federal de xwediyê rêjeyeke weke ji sedî 3-4’an e û li sînorê bendava ji sedî 5’an de ye. Li eyaletên wele Bavyera (ji sedî 2) û Hessen (ji sedî 3) jî performanseke lawaz nîşan dide.

BASKÊ MUXALEFETÊ YÊ RASFIRIYA TUND: AfD DI BILINDBÛNA DRAMATÎK DE YE

Encamên anketan nîşan didin ku bi taybetî jî AfD ya li baskê rastgiriya tund, hem di asta eyaletan de hem jî di ya federal de bilindbûneke dramatîk nîşan dide.

Li gorî anketan, AfD ya ku armanca ‘’koçberiya girseyî ya berovajî’’ (remigration) xistiye bernameya hilbijartinên 2025’an, li eyaleyên Emanyaya Rojhilat partiya yekemîn e. Bi taybetî li Saksonya-Anhaltê ji sedî 41, li Thuringenê ji sedî 39 û li Mecklenburg-Vorpommernê jî ji sedî 36’an xwe gihandiye rêjeyên bilind. Her wiha li eyaletên Rojava (Baden-Wurttemberg ji sedî 22, Hessen ji sedî 22) ku AfD li wan deran kêm dengan distîne, tê dîtin ku xwe gihandiye rêjeyeke dengan a cidî.

AfD di anketên hilbijartinên federal de jî, ji sedî 24-28 deng girtine û di rêza duyemîn de ye. Li gorî hin anketan (bo nimûne INSA û Yoygov) ji muxalefeta sereka CDU/CSU’yê derbas dibe û yan jî di asta wê de ye.

Tabloya Kurteya Giştî (Navekiya Anketa Federal a Gulana 2026’an)

CDU/CSU
%22- %24

SPD
%12- %13

AfD
%27- %28

GRUNE
%12- %15

DIE LINKE
%10- %11
 
Ev dane, nîşan didin ku nerazîbûna civakî ya têkildarî hikûmeta Merz gihîştiye astên rekor (ji sedî 71) û di nava muxalefetê de bi taybetî jî AfD ji wê yekê sûd wergirtiye.

Baş e ev dane çi nîşan didin?

Dane nîşan didin ku hilbijêr ji partiyên navendî yên kevn û hikûmeta heyî dûr ketine û berê xwe dane AfD’ê. Partiyên çepgir, nikarin berê van dengên nerazîbûnan bidin xwe.

Di asta federal de derbasbûba rêjeya dengên rastgir û rastgirên tund (CDU/CSU + AfD) ya jisedî 50’yan, nîşan didin ku navenda giraniya siyasî berê xwe daye rastgiran.  Li hin eyaletan jî ji du kesan kesek piştgiriyê dide AfD’ya rastgir a tund ku ev yek ji aliyê siyaseta Elmanyayê ve  û bi taybetî jî ji aliyê koçberan ve hêviyekê dide.