Serkeftina Kobaniyê di sala xwe ya 8’emîn de li Ewropayê hat silavkirin
Ji bo silavkirina rizgariya Kobanê ji destên çeteyên DAÎŞ’ê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo silavkirina rizgariya Kobanê ji destên çeteyên DAÎŞ’ê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî û dostên xwe ji bo pîroz kirina 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî derketin qadan.
BERLÎN
Kurdistaniyên bi banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan’ê û Nav-Berlîn‘ê saet di 18.00’an de li Alexanderplatzê hatin ba hev, berxwedana Kobanê silav kir û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla protesto kirin.
Ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin. Piştre daxuyanî hat dayîn. Besîme Konca ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê daxuyanî da, silav li jinên li dijî hişmendiya hov têdikoşin, kir. Konca diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava bi ruh bûye û behsa durûtiya dewletên Ewropayê ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe nakin, kir.
Bakî Selçûkê li ser navê AVEG-KON’ê axivî jî anî ziman ku 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî, encama berxwedaneke mezin e. Selçûk bi bîr xist ku YPG, YPJ, komunîst, şoreşker û gelê Kobanê bi hev re DAÎŞ têk biriye û got ku Erdoganê faşîst ê dîktator, ne berê ne jî niha rizgariya Kobanê hezim nekiriye û lewma ciwanên sosyalîst bi destên DAÎŞ’ê li Pirsûsê qetil kirine, qirkirina siyasî berpêyî HDP’ê kiriye û hevserok, parlamenter û hevşaredar girtine.
Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Kobaniyê“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Jin, jiyan, azadî“ qediya.
LÎMASOL
Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi pêşengiya PYD’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî pîroz kir.
Kurdistanî, endamên Komîsyona Piştevaniya bi Kurdan re ya Qibrisê, partiyên siyasî yên li Qibrisê, saziyên civaka sivîl, aktîvîstên jin û rêxistinên ciwanan, ji bo pîrozbahiyê li ber Şaredariya Lîmasolê hatin ba hev.
Li pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, HPG û YPJ’ê hatin hildan, dirûşmên “Bijî berxwedana Kobaniyê“, “Bijî PKK“, “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî berxwedana Rojava“, “Ji Serok Apo re azadî“, “Bila bimire Erdogan“, “Komara Tirkiyeyê ya dagirker“, “Tirkiyeya Terorîst“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.
Pîrozbahî, bi xwendina metinê çapemeniyê dest pê kir. Piştre Endamê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbûş axaftinek kir.
Çalakî, bi berzkirina dirûşman û gerandin govendê dawî bû.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, di saet 18.00’an de li qada Romer merasîmek hat lidarxistin.
Bi hevkariya Komeleya Bajarê Xwişk û Bira Frankfûrt-Kobanê, Meclîsa Jinan a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê merasîm hat organîzekirin. Merasîm bi muzîkên Koma Bezar dest pê kir.
Piştre ji Seroka Şaredariya Frankfûrtê Narges Eskandarî axivî. Eskandarî berxwedana Kobanê silav kir û destnîşan kir ku divê girêdana di navbera her du bajaran de, hê bêhtir bê xurtkirin. Eskandarî îşaret pê kir ku jinên li Kobanê li ber xwe didin, îro di serî de li Îranê li gelek cihan ji bo jinan dibin hêvî û mînak.
Piştre endamê meclîsa şaredariya Partiya Çep Mîchael Muller û nûnerê saziya Voltaîr Martîn Hûber mafê axaftinê girtin û gotin ku ew berxwedan Kobanê silav dikin û ji vê berxwedanê hêz digirin. Her wiha di merasîmê de li ser navê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd û Kongra Star jî peyam hatin xwendin.
Merasîm bi muzîkên Koma Bezar û gerandina govendê bi dawî bû.
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî bi tevlêbûna Kurd û enternasyonalan berxwedana Kobanê hat silavkirin.
Kurdistanî û enternasyonal di saet 18.00’an de li Haûptbahnhofê hatin ba hev û ji bo bi bîr anîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî axaftina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û belavkirina belavokan, dest bi meşê kirin. Destpêkê li qada Rathaûs û piştre li qada Konîgsplatzê mîtîng hatin lidarxisin û di mîtîngê de dewleta Tirk a ku her roj hin sûcên din li ser sûcên xwe yên şer zêde dike, hat şermezarkirin. Bêdengiya OPCW û Parlamentoya Ewropayê hat teşhîrkirin.
Di heman demê pankart, wêne û dovîzên Jîna Emînî hatin hildan û şîdeta li ser jinê û nêzîkatiyên qirker bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat protestokirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşme û sirûdan, nêzê du saetan dewam kir.