BI DÎMEN

Serdana parlamenterên PE’yê ji bo Nobeta Azadiyê: Ji bo aştiyê divê Ocalan demildest azad bibe

Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) serdana "Nobeta Azadiyê" kirin û bang li azadiya Rêber Apo û berdana girtiyên siyasî kirin; her wiha destnîşan kirin ku divê saziyên Yekîtiya Ewropayê di pêvajoya aştiyê de roleke çalaktir bilîzin

Li Strasbourgê, li hewşa Parlamentoya Ewropayê ji ber hefteya rûniştinan, endamên Koma Dostaniya Kurd a ku di parlamentoyê de xebatê dimeşîne, serdana "Nobeta Azadiyê" kirin a ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê domandin. Di serdanê de ligel Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Fayîk Yagizay û Endama Komîteya Pişgiriya Kurdistanê Sara Glynn, endamên Parlamentoya Ewropayê Martin Gunther, Kathleen Funchion, Pernando Barrena Arza, Ilaria Salis, Mimmo Lucano, Rudi Kennes, Lynn Boylan û Andreas Schieder cih girtin.

Endama Komîteya Pişgiriya Kurdistanê Sara Glynn di serdanê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo yekane otorîte ye ku dikare li ser navê gelê Kurd muzakereyeke bibandor bimeşîne û ji bo vê yekê jî divê di şert û mercên azad de tevbigere. Glynn bal kişand ser meşên ku demên dawî de li Tirkiyeyê bi daxwaza aştiyê hatine lidarxistin, hikûmet ji ber ku gavên berbiçav neavêtine rexne kir û anî ziman ku fikarên li ser astengkirina zanebûn a pêvajoya heyî mezin dibin. Glynn got, “Ev protestoya ku hûn îro li vir dikin û her gotina ku hûn ê bêjin pir girîng e."

DEMA BERDANA HEMÛ GIRTIYAN Û BI TAYBETÎ YA OCALAN HATİYE

Koordînatorê Koma Dostaniya Kurd Andreas Schieder diyar kir ku dema pêvajoya aştiyê dest pê kiribû hêviyeke wan a mezin hebû, û piştî dîmenên danîna çekan a PKK'ê, wan bawer dikir ku dê pêvajoyeke rasteqîn a çareseriyê dest pê bike. Schieder bang li Tirkiyeyê kir ku muzakereyan bi cidiyet bimeşîne û destnîşan kir ku divê saziyên Ewropayê jî helwesteke bihêztir nîşan bidin. Schieder got, "Em daxwaz dikin ku girtina nehiquqî ya Abdullah Ocalan bi dawî bibe û demildest azad bibe."

Parlamenterê Alman ê endamê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (GUE/NGL) Martin Gunther diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd û misogerkirina aştiya li herêmê divê girtiyên siyasî serbest bên berdan û got, "Êdî dema wê hatiye ku girtiyên siyasî û di serî de birêz Abdullah Ocalan azad bibin."

DIVÊ SAZIYÊN YE'YÊ AKTÎFTIR TEVLÎ PÊVAJOYYÊ BIBIN

Parlamentera PE ya Îrlandî Kathleen Funchion pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê wekî mînak nîşan da û got ku çareserî di diyalog û muzakereyê de ye. Funchion diyar kir ku "Pir girîng e ku mirov li dora heman maseyê bin. Lê ji bo ku mirov karibin li ser maseyê cih bigirin, divê pêşî ji girtîgehan bên berdan" û destnîşan kir ku divê saziyên Yekîtiya Ewropayê aktîftir tevlî pêvajoyê bibin.

DIVÊ ABDULLAH OCALAN LI NAVENDA PÊVAJOYYÊ BE

Parlamenterê Îspanyol Pernando Barrena Arza diyar kir ku nobeta ku ev 14 sal in tê meşandin mînakeke mezin a biryardariyê ye û bal kişand ser vîna aliyê Kurd a di mijara aştiyê de. Arza anî ziman ku wekî Baskiyek fêmkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne zehmet e û diyar kir ku divê Rêber Apo ji nû ve bibe navenda pêvajoyê. Arza got, Birêz Ocalan nûneretiya vîna azadiyê ya gelê Kurd dike û divê di dema herî nêz de serbest bê berdan.

Parlamentera Îtalî Ilaria Salis ku bang kir ku di serî de Rêber Apo hemû girtiyên siyasî yên Kurd demildest serbest bên berdan, diyar kir ku ew piştgiriya mafê çarenûsa gelê Kurd dike. Salis got ku Tevgera Azadiya Kurd ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo cîhanê jî mînakeke girîng e.

EM Ê HER TIM LI PIŞT GELÊ KURD BIN

Parlamenterê PE yê ji Îtalyayê Mimmo Lucano anî ziman ku jiyana wî ya siyasî di nava pişgiriya bi gelê Kurd re şêwaz girtiye. Lucano diyar kir ku dema şaredariya Calabria peywendiya ku wî bi penaberên Kurd re deynandiye jiyana wî guhartiye û anî ziman ku ew bi ramanên siyasî yên Rêber Apo re di nava pişgiriyê de ye. Lucano got, Ne tenê îro, em ê her tim li pal gelê Kurd bin.

Parlamenterê Belçîkî Rudi Kennes jî destnîşan kir ku di bingeha meseleyê de aştî heye û got ku mafê gelê Kurd heye ku nûnerê xwe bixwe diyar bike. Kennes got, Divê gelê Kurd bixwe biryarê bide ka dê lîderê wan kî be û kî dê li ser navê wan muzakeran bimeşîne.

Parlamentera PE’yê ya Îrlandî Lynn Boylan jî bal kişand ser girîngiya mafê çarenûsa gelan û diyar kir ku divê berdana girtiyên siyasî bibe yek ji gavên pêşîn ên pêvajoya aştiyê. Boylan anî ziman ku saziyên Ewropayê berpirsiyariyên xwe yên di mijara mafên mirovan û aştiyê de bi cih neanîne.