Sendikayên Spanyayê banga ‘azadî ji Rêber Apo re û çareserî’ kirin

Konfederasyona Intersendikal a Spanyayê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bang li civaka navneteweyî kir.

Konfederasyon bêdengiya saziyên Ewropayê wekî “hevkariya sûc” bi nav kir û destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo edalet û wekheviya tevahiya Rojhilata Navîn û bi hev re jiyankirina gelan girîng e.

Di daxuyaniya ji aliyê saziyê ve hat kirin de hate diyarkirin ku Rêber Apo 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyeyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, tevî vê yekê jî her tim ji bo aştî, diyalog û bi hev re jiyana gelan helwestekî biryardar nîşan daye. Konfederasyon destnîşan kir ku hizra siyasî ya li ser bingeha demokrasî, ekolojî û azadîwaziya jinê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê modeleke adil û beşdar pêşkêş dike.” Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku ger jin azad nebin, civak jî azad nebe.

Konfederasyona Intersendikal a Spanyayê, bêdengiya Konseya Ewropayê û saziyên Ewropayê ya li hemberî rewşa Rêber Apo rexne kir û diyar kir ku ev helwest nirxên mafên mirovan û edaletê tune dihesibîne. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev sazî tevî ku rewşa Ocalan dizanîn jî bi paşguhkirina mafên mirovan û edaletê, pêşitî didin berjewendiyên Komara Tirkiyeyê.” Konfederasyon diyar kir ku divê tavile tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin û rê bê vekirin ku Rêber Apo bi awayekî azad rol di çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd de bilîze.

Intersindical Solidària û Intersindical Valenciana ku di çarçoveya 10’ê Cotmehê Roja Çalakiyê ya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan de daxuyanî da, destnîşan kir ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn modeleke jiyanê ya li ser bingeha aştî, azadîxwaziya jinê, demokrasiya xwecihî û edaleta civakî pêş xistiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya gelê Kurd û mafên gelên bindest kiriye, tevî tecrîd û zexta dehan salan jî têkoşîna xwe ya ji bo civakekî azadîxwaz û ekolojîk didomîne.

Rêxistinên sendîkayê yên li Spanyayê diyarkirin ku zext û zilama li ser gelê Kurd, encama polîtîkayeke otorîter ku mafên sendîkal û civakî red dike ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengî û pasîftiya saziyên Ewropayê dewam dike û ev rewş zemîn ji bo polîtîkayên zextê yên Tirkiyeyê çêdike.

Konfederasyona Intersendîkal wiha dawî li banga xwe ya piştevaniyê anî: “Em girêdanbûna xwe ya bi aştî, azadî û rûmeta gelan dubare dikin. Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re azadî! Bijî piştevaniya enternasyonal!”