Sempozyûma ‘Elewîtî û Siberojê’ bi dawî bû
Li Londonê di roja dawî ya Sempozyûma Elewîtî û Siberojê de hate diyarkirin ku pêdivî bi siyaseta aştiyê heye û hate destnîşankirin ku heya gel bi hev re tevnegerin, demokratîkbûn ne pêkan e.
Li Londonê di roja dawî ya Sempozyûma Elewîtî û Siberojê de hate diyarkirin ku pêdivî bi siyaseta aştiyê heye û hate destnîşankirin ku heya gel bi hev re tevnegerin, demokratîkbûn ne pêkan e.
Li paytexta Îngilistan Londonê, sempozyûma Elewîtî û Siberojê ya 3 rojî, bi 12 workshop û 4 panelan bi dawî bû. Sempozyûmê hem nasname û baweriyên cuda anî ba hev, hem jî veguherî zemînekî fikrî yê fireh ku nasnameyên cuda, bîr û ezmûnên zextê lê bûne hevpar.
Di sempozyûmê de meseleyên navxweyî yên civaka Elewî hatin nîqaşkirin û ji vê hîn wêdetir, di nîqaşên 3 rojan de li bersiva pirsên têkildarî siberoja hevpar a hemû civakên hatine înkarkirin, ji cihên xwe hatine kirin û têkoşîna hemwelatiya wekhev dimeşînin, hate gerîn.
Sempozyûma ku Kurd, Ermenî, Yahudî, civakên baweriyên cuda, akademîsyen, siyasetmedar, tevgerên ciwan û jinan lê hatin ba hev, veguherî qada bîreke demokratîk. Di navenda sempozyûmê de tenê azadiya baweriyan û siberoja Elewiyan na; gelek sernavên mîna krîza demokrasiyê, tevgerên rastgir ên tund, polîtîkayên şer, koçberî, nasnameya dîasporayê, pirsgirêkên ayîdiyetê yên nifşên ciwan, nûneriya jinan, hilweşîna ekolojîk, dîjîtalbûn û biyanîbûna civakî cih girtin.
Her wiha gelek mijarên mîna ‘Mezhebîtî’, ‘cudakarî’, ‘bilindbûna tevgerên rastgir ên otorîter’, ‘mijara civakî ya jinê û avakirina jinûve ya nasnameyê’, ‘qiyameta kapîtalîst û veguherînên kûreyî’, ‘veguherîna dewletê û Tirkiye’, ‘nasname, bawerî û siberoj’, ‘dualîteya nasnameya pêkhateyan’, ‘komkujiyên Elewiyan ên di dema komarê de û rastiya qirkeran’ hatin nîqaşkirin.
Di sempozyûmê de gelek akademîsyen û siyasetmedarên mîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, Erkan Baş, Erdogan Aydin, Aydin Çûbûkçû, Çîlem Kuçukkeleş, Dr. Berfrîn Emre Çetîn, Prof. Dr. Bedriye Poyraz û Dr. Zafer Yoruk weke axaftvan cih girtin. Têkildarî cihê azadî û wekheviyê ya di baweriya kevneşopiya Elewî de, workshop hatin lidarxistin. Di sempozyûmê de ku gelek çalakiyên hunerî lê hatin lidarxistin, Muzeya Online ya Komkujiya Madimakê jî di tevahiya 3 rojan de hate nasandin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Elewîtî divê bibe parçeyekî xurt ê têkoşîna demokrasiyê ya gerdûnî. Di roja dawî ya sempozyûmê de yek ji panelên balkêş jî rûniştina bi sernavê ‘Rojhilata Navîn, Tirkiye û Elewî yên ku sîstemê hildiweşînin’ bû. Rojnamevan-nivîskar Çîlem Kuçukkeleş û nivîskar Erdogan Aydin weke panelîst tevlî vê rûniştinê bûn.
MESELEYA ESAS ‘ÎNKAR E’
Erdogan Aydin di panelê de axivî û destnîşan kir ku yek ji meseleyên herî esas ku îro Elewî pê re rû bi rû dimînin, polîtîkayên înkarê û hewldanên dewletê yên ji bo Misilmantiya bi zorê ne.
Erdogan Aydin ragihand ku meseleya krîtîk êrîşên li dijî Elewiyan na; sekna Elewiyan a li dijî van êrîşan e.
Aydin bandora siyaseta netewperestiyê ya di nava civaka Elewî de jî rexne kir û got, gelek rêveber û saziyên Elewiyan hegemonyaya siyaseta netewperest a Tirk digirin nav xwe. Aydin destnîşan kir ku ev nêzîkatî li aliyekê serbixwebûna Elewiyan asteng dike, li aliyê din jî ne li gorî cewherê Elewîtiyê ye.
Aydin axaftina xwe bi gotinên Antonio Gramsci temam kir: “Cîhana berê hildiweşe, lê cîhana nû jî nayê avakirin. Tam di vê dema navber de cinawir derdikevin holê.”
Rojnamevan û nivîskar Çîlem Kuçukkeleş jî bilêv kir ku yek ji kêmahiyên herî sereke ya tevgera Elewî, ew e ku polîtîkayeke Rojhilata Navîn a hatî hevparkirin nîne. Çîlem Kuçukkeleş bal kişand ser siyaseta aştiyê û got, heya gel bi hev re tevnegerin demokratîk ne pêkan e.
Sempozyûm bi panela "Bîra rabirdûyê, derfetê paşerojê. Elewîtî ber bi ku ve diçe?" a ji aliyê Prof. Dr. Bedriye Poyraz, Cuma Erçetîn, Prof. Dr. Şukru Aslan û Erdal Kiliçkaya ve hate pêşkêşkirin û bi konsera Huseyîn Korkan Korkmaz bi dawî bû.