Saziyên Kurd ên li Swîsreyê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin
Kurdên li Cenevreyê wê tevî dostên xwe sibe li dijî dagirkerî û xiyanetê li hev bicivin. Saziyan her wiha ji bo 1'ê Gulanê jî bang kirin.
Kurdên li Cenevreyê wê tevî dostên xwe sibe li dijî dagirkerî û xiyanetê li hev bicivin. Saziyan her wiha ji bo 1'ê Gulanê jî bang kirin.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, çalakiya rûniştinê ya ku Kurdistanî ji Çarşemê û vir ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li dar dixin, vê êvarê wê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
Sibe jî wê li qada Depuis Palais Wilson a li Cenevreyê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Li kantonên Swîsreyê hemûyan amadekariyên mîtîngê dewam dikin. Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) û rêxistiniya sîwanî ya saziyên Kurd ên li Swîsreyê (CDK-S) bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku tevlî meş û mîtînga sibe ya li Cenevreyê bibin.
Di daxuyaniya hevpar a YJK-S û CDK-S de hate gotin, "Ji bo pêşîgirtina li faşîzmê û rawestandina şer, em bang li her kesî dikin ku roja Şemiyê li Cenevreyê tevlî meş û mîtîngê bibin.
Mîtînga navendî ya li Swîsreyê wê Şemiyê saet di 12:00 de li qada Depuis Palais Wilsonê pêk were.
Her wiha bang li her kesî kirin ku di 1'ê Gulanê de hesab ji faşîzmê bipirsin.