Salvegera damezrandina PKK'ê li Rijkswijkê hat pîrozkirin

Li bajarê Rijkswijk ê Hollandayê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Li bajarê Rijkswijk ê Hollandayê, salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hate pîrozkirin. Nêzê du hezar Kurdistanî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar tevlî pîrozbahiyê bû.

Qada pîrozbahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hatin xemilandin. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan Hozan Comerd, Nûarîn, Talip Resûl, Kawa Urmiye û Rêber Serhet derketin li ser dikê û stran gotin. Di pîrozbahiyê de Koma Nêrgiz Çiya ya govendê jî derket li ser dikê.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.