Salvegera damezrandina PKK'ê li Malmoyê hate pîrozkirin

Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Malmo yê Swêdê bi coş hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Malmo û derdora wê dimînin, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Lavîn Kobanê, Ergîn Xelîkan, Hozan Peywan û Hozan Axîn Perînçek derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Her wiha çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin silavkirin.