Salvegera damezrandina PKK'ê li Erfûrtê hate pîrozkirin
Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Erfûrtê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Erfûrtê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Li bajarê Erfûrtê yê Elmanyayê, Kurdistaniyan salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, hunermend Hozan Yilmaz hunera xwe pêşkêş kir.
Hevserokê Federasyona Kurdistaniyên Azad a li Rojhilatê Elmanyayê (Fed-Kurd) Menderes Canbek li şahiyê axivî, qala girîngî û wateya dîroka PKK'ê kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Menderes Canbek girtiyên siyasî yên ji bo azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne silav kir û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kir.
Di şahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn û govend hate gerandin. Ji bo zarokan jî beşeke şahiyê hate avakirin û standên ji pirtûk û kovaran hate danîn.
Şahiyê heta derengiya şevê dewam kir.