Li Viyanayê mitînga ji Rêber Apo re azadî
Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo li ber parlamentoyê kom bûn.
Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo li ber parlamentoyê kom bûn.
Gelek kes beşsarî mitînga ku ji hêla DemKurd û Avesta ve hat organîzekirin, bûn.
Di axaftinên di mitîngê de, hat diyarkirin ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û mafê hêviyê were naskirin.
Axaftvanan anîn ziman ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe, divê pêvajo pêşve biçe.
Hat destnîşankirin ku divê saziyên Ewropayê û civaka navneteweyî di vê mijarê de hesastir bin. Dosyaya têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo jî pêşkêşî parlamentoyê hat kirin.
Di mitîngê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.