BI DÎMEN

Li Hamburgê ji bo ‘mafê hêviyê' çalakî hat lidarxistin

Kurdistaniyên li Hamburg a Elmanyayê ji ber bicihneanîna "mafê hêviyê" dewleta Tirk ve protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Di çalakiyê de daxwaza çareseriyeke demokratîk û bidawîkirina polîtîkayên şer kirin.

Kurdistaniyên li Hamburg ê Almanya dijîn,  ji ber bicihneanîna "mafê hêviyê" dewleta Tirk ve protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê û Konseya Jinan a Rojbîn ve li  Monckebergstrasse hat organîzekirin. Di çalakiyê de pankarta ”Wir fordern die physische Freiheit fur Abdullah Ocalan" hat vekirin. Di çalakiyê de bênavber dirûşme hatin berzkirin.

Siyasetmedar Fatma Kurtulan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo xurtkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û bidawîkirina polîtîkayên şer çalakiyên cûrbecûr li dar dixin.

Fatma Kurtulan got, “Divê pêvajo bi rêbazên demokratîk bimeşe û ji bo gavên pêwîst werin avêtin em îro li vir kom bûne.”

Fatma Kurtulan diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek sed salî ye û destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne tenê meseleya gelê Kurdan e, di heman demê de meseleyek navneteweyî ye ku gelek welatan eleqedar dike.

Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya Rêber Apo ya di vê pêvajoyê de û mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd.

Di axaftina li ser navê Meclisa Jinan a Rojbîn de hat kirin de wiha hat gotin, "Ev nayê wateya nefreta li hember gelên din. Ev nayê wateya şerê li dijî gelên din. Ev tê wateya mafê diyarkirina çarenûsa xwe. Ev tê wateya mafê axaftina bi zimanê xwe, mafê jiyana bi nasnameya xwe, mafê jiyana bêtirs. Îro em vê dibêjin: Ji Rêber Apo re azadî.”

Di axaftinê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

 

“Ji Rêber Apo re azadî; ji ber ku em vê yekê wekî gaveke girîng a diyalog, çareseriyên siyasî û pêvajoya aştiyê dibînin. Nasîna mafê çarenûsî yê gelê Kurd; ji ber ku her gel xwedî maf e ku bi awatekî azad li ser pêşeroja xwe ya siyasî, çandî û civakî biryarê bide. Êrîşên leşkerî û şerên li Kurdistan, Rojava, Rojhilat û hemû herêmên ku mirov ji şer û koçberiyê bandor dibin, bi dawî bibin. Bi taybetî piştgiriya ji bo qadên ku mirov xwe rêxistin dikin û Parastina avahiyên civaka demokratîk û sivîl bê kirin. Polîtîkayên krîmînalîzekirina rêxistin, komele û çalakiyên siyasî yên Kurdan bi dawî bibin."

 

Li ser navê înîsiyatîfa “Ji Eva û Ahmet re azadî” nûnerek axivî û bal kişand ser rewşa rojnamevan Eva Michelmann û Ahmet Polad ên di meha Çileyê de ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve li Reqayê hatin revandin. Nûner daxwaza berdana wan kir.

 

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.