Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Kurdistaniyên li Hamelenê ji bo yekîtiya Kurd civiyan

Li bajarê Hamelen ê Hanoverê bi pêşengiya ciwanan civîna ji bo yekîtiya Kurd hate lidarxistin û biryara avakirina saziyê hat girtin.

Li bajarên Hamelen ê Hanovera Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan civînek hate li darxistin. Di civîna ku li ser navê Yekîtiya Gelê Kurd hate lidarxistin de bi sedan kes beşdar bûn. Her wiha hemû sazî ol û baweriyên Kurd di civînê de amade bûn. Ciwanan diyar kirin ku rojekî wisa ji hemû aliyan de êrîş li ser gelê Kurd heye, dixwazin yekîtiya xwe xûrt bikin. 

Li ser navê organîzasyona xebata Yekîtiya Gelê Kurd Ahmed Îsmaîl axivî û got, “Armanca me ew e em di nava  gelê Kurd de yekîtiyê çêbikin. Armanca me ne ew e ku em li ser navê tu rêxistinan siyasetê bikin. Tenê em dixwazin bi vê xebata xwe ji bo hemû rêxistinên gelê Kurd bibin mînak.”

Di vê civînê de platformek azad hate avakirin. Hemû beşdaran li ser yekîtiya Kurdan a li Hamelenê fikrê xwe anîn ziman. 

Di civînê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di civînê de biryar hate girtin ku li Hamelenê saziyek were avakirin. Nêzî sad kes bûn endamê saziya ku li Hamelenê were vekirin.