Li paytexta Norwêc Osloyê xwepêşandanên piştgiriya Rojava ji 19’ê Çileyê roja Duşemê ve berdewam dikin. Bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarên wekî Oslo, Trondheim, Stavanger, Bergen, Kristiansand, û Hamar daketin kolanan û destnîşan kirin ku gelê Kurd li Rojava, Bakurê Sûriyeyê, di bin êrîşên komên cîhadîst ên rejîma Sûriyeyê ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin.
25’ê Çileyê roja Yekşemê bi hezaran kes beşdarî xwepêşandana ku ber Stortingetê (Parlamentoya Norwêcê) li Osloyê hate lidarxistin, bûn. Çalakiya ku ji aliyê ciwanên Kurd ve li ser medyaya dîjîtal hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Parlamenterên Norwêcê Seher Aydar û Mani Hussaini di xwepêşandanê de axivîn û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd ê li Rojava diyar kirin û anîn ziman ku ew ê vê mijarê li parlamentoyê bînin ziman. Qad bi alên Kurd ên kesk, sor û zer tijî bû. Piştî axaftinan, girse ji Kolana Karl Johan heta Îstasyona Trenê ya Navendî ya Osloyê meşiyan.
Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê”, "Gelê Kurd yek e", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin. Beşdaran xwestin ku Norwêc mijara Rojava li ser asta navneteweyî bîne ziman û demildest alîkariya mirovî ji gelê Kobanî re were şandin.