Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo, li bajarên cuda yên Ewropayê bi çalakiyan hate protestokirin. Li bajarên Bordeaux ê Fransayê û Freiburg ê Elmanyayê, gelê Kurd û dostên wan bi posterên Rêber Apo re meşiyan û dirûşm berz kirin.
BORDEAUX
Di çalakiya li Bordeauxê de, çalakvanan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Liberté pour Ocalan” û “Stop Isolation” bal kişandin ser salvegera 27’an a komployê. Di axaftinan de hate gotin ku komplo êrîşeke siyasî ye ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî têkoşîna azadiyê ya gelan hatiye plankirin û bang hate kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bi dawî bibe.
FREIBURG
Çalakiya li Freiburgê jî bi pêşengiya Meclîsa Jin û Meclîsa Gel hate lidarxistin. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir û şertên tecrîda giran a li Îmraliyê hate protestokirin.
Kurdistaniyan bangî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û saziyên navneteweyî kirin ku azadî û mafên hiqûqî yên Rêber Apo bên naskirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Tecrîd êşkence ye” û “Azadî ji Rêber Apo re, aştî ji Kurdistanê re” berz kirin.
Her du çalakiyan jî bal kişandina li ser girîngiya azadiya Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn. Di çalakiyan de banga beşdarbûna ji bo “Meşa Azadiyê ji bo Rêber Apo” ya ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, hate kirin.