BI DÎMEN

Li Luzernê bîranîna 2 şehîdan: Pêvajo xebata rêxistinkirinê hîn bêhtir ferz dike

Li Luzernê ji bo şehîd Roşer Tolhildan û Çekdar Bêzar merasîma bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan gotin, "Em ê bi yekîtî û berxwedanê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin”.  Siyasetmedar Serhed jî got, "Ev pêvajo xebata rêxistinkirinê hîn bêtir ferz d

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê ji bo gerîlayan Roşer Tolhildan (Alî Kemal Arslan) û Çekdar Bêzar (Ozcan Bektaş) ên di 19’ê Îlona 2019’an de li Semsûrê şehîd bibûn,  merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Nûnerên KOMAW, malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî merasîma ku ji hêla Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin, bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Fatma Toren axivî. Fatma Toren kevneşopiya berxwedanê ya şehîdan bi bîr xist û diyar kir ku her şehîdek di têkoşînek dijwar de derbas bûye û got ku parastina mîrateya wan berpirsiyariyeke dîrokî ye.

‘RÊYA HÊJAYÎBÛNA ŞEHÎDAN DI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DE DERBAS DIBE’

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê Ercan Guneş di merasîma de axivî û got, "Li axaftina li pêşberî şehîdan ne hêsan e. Tekane rêya ku mirov hêjayî wan be, mezinkirina têkoşîna wan e."

Guneş anî ziman ku hemû destketiyên ku îro gelê Kurd bi dest xistine bi saya fedakariya PKK û şehîdan e û wiha domand: "Ger îro bi Rêbertiyê re li ser maseya muzakereyê rûndinên, ev bi saya vê têkoşînê ye. Lê dema ku Rêbertî li Îmraliyê muzakereyan dike, berpirsiyarî dikeve ser milên me. Tekane rêya ku mirov hêjayî şehîdan be, misogerkirina yekîtiya neteweyî ya Kurd û mezinkirina têkoşînê ye."

'PÊVAJO XEBATA RÊXISTINKIRINÊ BÊHTIR FERZ DIKE’

Siyasetmedar Sadun Serhed jî di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku pêwîst e  kes guh nede “akademîsyenên qaşo" divê guh bidin Rêbertiya xwe. Serhed ev tişt anî ziman: "Me şerekî giran a ku zêdetirî deh salan dom kir li pey xwe hişt. Îro, em di pêvajoya muzakere û diyalogê de ne; ev jî xebata rêxistinkirinê hîn bêtir ferz dike."

ŞEHÎDÊ ME GOTIBÛ ‘ŞOREŞ DI MALBATÊ DE DEST PÊ DIKE’

Bîranîn bi axaftinên malbatên şehîdan dewam kir. Malbatên şehîdan diyar kirin ku rêya xwedîderketina li mîrateya şehîdan bi meşandina têkoşîna rast pêkan e.

Endamê malbatê gotinên dawî yên şehîd wiha vegot: "Şehîdê me herî dawî ji me re got, 'Şoreş di malbatê de dest pê dike’. Em ê van gotinan bikin rêberê têkoşîna xwe. Em ê bi yekîtî û berxwedanê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Piştî pêşandana sînevîzyonê, bîranîn bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.