BI DÎMEN

Li seranserê Swîsreyê çalakî: Êrîşên nijadperest rawestînin!

Li bajarên Swîsreyê bi hezaran kes êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin. Çalakvanan bang li saziyên navneteweyî kirin ku tekevin nava liv û tevgerê û gotin, "Ambargoya li dijî sivîlan sûcek li dijî mirovahiyê ye."

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiye piştgiriya wan dike bi topan êrîşî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di encama êrîşan de  zarok û kal û pîr jî di nav de gelek kes birîndar bûn û ketina taxan hatin girtin. Pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, av û dermanan hat astengkirin.

Li ser banga Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Kurdistanî û dostên wan li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê CDK-S û YJK-S ve hat dayîn de ev tişt hatin gotin: "Em bi tundî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar dikin. Hemû êrîşên ku yekîtî, nasname û hebûna gelê me hedef digirin wê bi ser nekevin. Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li dijî DAÎŞ, rejîma Baas û milîsên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li ber xwe dan, xwe parastin û ew ê bi tenê nemînin."

Di daxuyaniyê ev daxwaz hatin kirin:

- Divê êrîş demildest werin rawestandin.

- Divê hemû rê û noqteyên derbasbûnê bên vekirin û dorpêç bên rakirin.

- Divê derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo sivîlan were misogerkirin.

- Divê zimanê gef û tundiyê bi dawî bibe û divê diyalog û çareseriya aştiyane werin hilbijartin.

Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi lez û bez gavên pêwîst bavêjin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dorpêçkirin, binçavkirinên keyfî û binpêkirinên mafên mirovan ên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jiyana xelkê herêmê dixe xetereyê. CDK-S û YJK-S bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî mudaxeleyî van êrîşan bikin.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Berdevka PYD’ê ya Swîsreyê Gulistan Sadon axivî û bal kişand ser êrîşan û got, "Tu hêz nikare li ber îradeya gelê Kurd bisekine.”

Gulistan Sadon wiha domand: “Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pêşî êrîşî gelê Durzî, paşê êrîşî Elewiyan kir û niha jî êrîşî gelê Kurd dike. Lê tu hêz nikare gelê Kurd tune bike. Em bi hemû hêza xwe amade ne; ew çawa bên wê wisa bersiv bibînin.”

Siyasetmedar Nejdet Atalay li dijî êrîşan banga yekîtiyê kir û got, "Heke em piştgiriyê nedin hev û bêdeng bimînin, êrîş wê berdewam bikin. Danûstandin her tim tercîha me bû, em ê tu carî dev ji nirxên xwe bernedin. Heta ku tenê Kurdek jî bimîne, wê berxwedanê bidome.”

Berdevka FEDA ya Swîsreyê Songul Çelîk got, "Em ê li hember komkujiyan bêdeng nemînin; em ê pêşî li êrîşan bigirin. Em ê rê nedin vê yekê." 

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Elmanî hat xwendin, çalakî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

CENEVRE

Kurdistaniyên ku li Meydana Mont-Blanc a Cenevreyê hatn gel hev û êrîş şermezar kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyaniyek hevpar a CDK-S û YJK-S bi zimanên Kurdî û Fransî hate xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaza rawestandina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rakirina dorpêçê û gihandina alîkariya mirovî ji bo herêmê hate kirin.

BELLINZONA

Gelek kes beşdarî çalakiya li bajarê Bellinzona yê kantona Ticino bûn. Di çalakiyê de alên YPG û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Kurdistan, Bijî Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Rojava, Bijî QSD” hatin berzkirin.

Daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bellinzona  ji aliyê Suat Ronî û Fahrettin Sumer ve bi zimanên Îtalî û Kurdî hat xwendin. DI daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên komên HTŞ û SMO destketiyên gelê Kurd hedef digirin û hat destnîşankirin ku pêwîst e hemû gel bi hev re li dijî van êrîşan têbikoşin.

LOZAN

Kurdistanî li Meydana St. Laurent a Lozanê li hev civiyan û êrîş protesto kirin. DAaxuyaniya hevbeş a CDK-S û YJK-S li li ser navê Navenda Civka Kurd hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên Helebê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye  û hat xwestin ku divê demildest alîkariya mirovî were şandin û êrîş bên rawestandin.

LUZERN

Kurdistaniyên li ber Parlamentoya kantona Lucerne kom bûn, êrîşên li ser taxên Kurdan protesto kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre ji Navenda Civaka Kurd daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê Ercan Güuneş di axaftina xwe de got: "Rejîm û kesên ku zîhniyeta DAÎŞ'ê diparêzin xwestin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dagir bikin. Ev êrîş planeke ji bo tunekirina nirxên Kurdan ên ku zêdetirî deh sal in hatine bi destxistin. Em Kurdên li Ewropayê û gelê Kurd ên her çar parçeyan vê êrîşê şermezar dikin û hevgirtina xwe ya ji bo Kurdan dubare dikin."

Piştre li ser navê PYD’ê Alî Omer axivî û got, "Ev êrîş ji aliyê komên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin ve tê kirin. Ger pêvajoya aştiyê bi awayekî rast pêş bikeve, pirsgirêk wê çareser bibe. Ev êrîş berhema hêzên ku dixwazin çareseriyê asteng bikin. Em piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla Serok Apo ve hatiye destpêkirin û piştgiriya xwe ji bo wê diyar dikin."

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûsa Farisogullari got, "Pêvajoyek destpê kiriye, lê divê em nekevin nava rehetiyê. Divê em bêtir baldar bin, xwedî li pêvajoyê derkevin û bêtir xwe birêxistin bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye; azadiya Kurdistanê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye."

CHUR

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kureyş Doymaz, li ser navê PYD'ê Xelîl Derîk û siyasetmedar Ayşe Acar Başaran tevlî çalakiya ji bo Rojava ya li ber Chur Bahnhofê hate lidarxistin, bûn.

Kureyş Doymaz di çalakiyê de axivî û got, "Divê her kes baş bizanibe ku gava QSD dest bi şer bike, kes nikare wê rawestîne; em dikarin heta Şamê biçin. Em êdî gelekî bi rêxistinkirî ne. Wekî ku Serok Apo got, Rojava xeta me ya sor e; em ê heta dawiyê Rojava biparêzin."

Xelîl Dêrik jî ev bang kir, "Gelê me di nav şer de ye, em jî xwe di şer de bibînin. Ewropa jî qada şer e; piştgirên gelê me yên li hundir li vir in. Divê em timî amade bin û piştgiriyê bidin wan."

Ayşe Acar Başaran jî got, “Gelê Kurd li dijî êrîşên li her çar parçeyan bûne yek. Gelên cuda yên li Rojava ji bo jiyaneke wekhev û azad li ber xwe didin. Bêdengiya saziyên navneteweyî nayê qebûlkirin." 

Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê Rojava" bi dawî bû.

WINTERTHUR

Li Winterthurê jî çalakî hate lidarxistin. Zafer Goyî li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştî daxuyaniyê, biqasî nîv saetê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

BASEL

Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trênê ya navendî ya Baselê çalakî li dar xistin. Li ser navê Komîteya Rojava daxuyaniya çapemeniyê ya Elmanî hate xwendin. Kudbettîn Gezgîn li ser navê Navenda Civaka Kurd axivî. Gezgîn got, "Gelê Rojava tevî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomîne. Ev berxwedan rûmeta me ya hevpar e." 

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî YPG", "Bijî YPJ" û "Bijî Rojava”,  bi peyamên hevgirtinê û deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.

ZURÎH

Li Zurîhê li dijî êrîşên HTŞ, OSO û DAÎŞ’ê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê yê Rojava çalakî hate lidarxistin. Kurd û enternasyonalîst li stasyona trênê ya navendî ya Zurîhê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan êrîş protesto kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê Halîl Kuçuk daxuyaniya li ser navê CDK-S û YJK-S’ê hatibû amadekirin xwend.

Hevserokê CDK-S Cemal Ozdemîr di çalakiyê de axivî û got, "Divê çeteyên ku êrîşî Kurdan dikin ji bîr nekin ku me bav û kalên wan DAÎŞ’ê têk bir. Ew ê nikaribin komkujiyên ku li dijî Elewî û Durzî kirin, li dijî Kurdan bikin. Gelê Kurd gelekî rêxistinkirî ye."

Li ser navê PYD’ê Omer Elî axivî û diyar kir ku ew ê li seranserê Ewropayê li kolanan bin û got, "Em li kêleka gelê xwe yê Rojava ne. Divê ev êrîş demildest rawestin."

Di daxuyaniya li ser navê Komîteya Rojava ya Zurîhê de hat destnîşankirin ku enternasyonalîst her tim bi gelê Kurd ê li Rojava li ber xwe dide re di nav piştgiriyê de ne.

Li ser navê malbatên şehîdan Zahîde Huseyîn axivî û got, "Em êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd şermezar dikin. Em gelekî ne ku li hember êrîşên DAÎŞ’ê li ber xwe dane û em ê li ber dewleta Tirk û çeteyên wê serî netewînin. Em li kêleka QSD, YPG û YPJ'ê ne; em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.