NÛ BÛ

Li Ewropayê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin

Li gelek bajarên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan. Di çalakiyan de êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatin şermezarkirin û peyamên hevgirtina bi berxwedana gelê Rojava re hatin dayîn.

Li seranserê Ewropayê êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê  hatin protestokirin. Di çalakiyên ku li Hamburg, Amsterdam, Koln, Heilbronn û gelek bajaran hatin lidarxistin de, bêdengiya civaka navneteweyî hat rexnekirin û peyama “Berxwedana gelê Rojava têkoşîna ji bo rûmeta mirovahiyê ye" hat dayîn.

HAMBURG

Êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hatin protestokirin. Gelek çalakvanên Kurd û Elman beşdarî mitînga ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Hamburgê li ber îstasyona trênê hat lidarxistin bûn.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Rojava û hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre berdevkên ciwanan bi Elmanî û Kurdî axaftin kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt derketin pêş: 

"Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Helebê ye, di heman demê de li dijî îradeya jiyana demokratîk û azad li Rojava ku bi bedelên giran ev zêdetirî deh sal in hatiye avakirin e.

Em ciwan dizanin ku berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkoşîna ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Wek ciwanên Kurd ên li Ewropayê xwedî li vê berxwedanê derdikevin û em ê bibin dengê têkoşîna azadiyê.”

Nivîskar û çalakvana jin Anja Flach jî di çalakiyê de axivî û êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku helwestê nîşan bidin. 

Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Rojava", "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

AMSTERDAM

Piştî êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku duh (6’ê Cotmehê) li dora taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê bi cih bûne, mîna gelek bajarên Ewropayê li Amsterdamê jî çalakî hat lidarxistin.

Girseya ku li ber îstasyona trênê ya li navenda bajêr kom bû, bi beşdarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, êrîş şermezar kirin. Di axaftinan de bang li dewletên Ewropayê hat kirin û ji wan hat xwestin ku li hember êrîşên terorîstî yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bêdeng nemînin.

Bi Hollandî, Îngilîzî û Kurdî li ser azadiya Rojava û berxwedana hevpar a gelan axaftin hatin kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî koma îslamî HTŞ (Heyet Tehrîr el-Şam) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Meclisa Jinan Viyan a Kolnê, Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, endamên AGÎF’ê û xwendekarên zanîngehê beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinan de hate gotin ku komên îslamî yên li Sûriyeyê peymanên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re binpê kirine û ev daxuyanî hatin dayîn: "Kurdên sivîl ên li Helebê bi awayekî sîstematîk rastî zextê tê. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin dorpêçkirin û alîkariya mirovî hate sînordarkirin. Dema ku gel vê tacîzê protesto kir, hêzên HTŞ’ê bi dron, tank û guleyên rastîn êrîş kirin."

Çalakvanan gotin; ”Gelê Kurdistanê dê statuya xwe bi dest bixe û sîstemên ku li ser dijminatiyê hatine avakirin wê têk biçin.”

HEILBRONN

Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê hat protestokirin. Di çalakiya ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û komên pê ve girêdayî yên li ser taxên Kurdan hate lidarxistin de dorpêç û bombebaranên ku ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve hatine kirin, eşkere bûn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Çend roj in ambargoyeke mezin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê sepandin. Di êrîşên dawî de bi dehan sivîl birîndar bûn û sivîlekî jî jiyana xwe ji dest daye. Ev bêdengiya Ewropayê nayê qebûlkirin."

Çalakî bi banga hevgirtina navneteweyî ya li dijî êrîşan bi dawî bû.

PARÎS 

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîs a Fransayê daxuyanî hate dayîn. Piştî ku komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ û SMO yên bi piştgiriya dewleta Tirk şevê din êrîşî ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Rojava kirin, rêxistinên Kurd ên li Ewropayê ketin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya ku bi pêşengiya Tevgera Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Navenda Civaka Kurd ve hat dayîn de , êrîş hatin protestokirin û banga demildest rawestandina şer hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat parvekirin:

“Êrîşên li dijî sivîlên li Rojava sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê saziyên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û ji bo rawestandina vî şerî tedbîran bigirin. Gelê Rojava ne bi tenê ye.”

Daxuyanî bi peyamên hevgirtinê û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

STOCKHOLM

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên wê yên çekdar li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku gelê Kurd bi berxwedaneke mezin li Rojava û Sûriyeyê mafê xwe yê azadî û jiyanê bi dest xistiye. Di daxuyaniyê de peyama biryardariyê hat dayîn û wiha hat gotin, "Êdî kes nikare van destketiyan ji me bistîne. Gelê Kurd tu carî li ber dagirker û çeteyan serî natewîne."

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên wê yên çekdar ên li dijî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê,  bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Rojava destpê kir. Kurdên welatparêz û dostên wan ên Fransî li Qada Canebière ya Marsîlyayê kom bûn û êrîşên ku di rojên dawî de zêde bûne protesto kirin.

Çalakvanan pankarta "Hier la minorité Alévie et Drouze et aujourd'hui les Kurdes sont sont the Sonscrées in Suriye" û alên Rojava û YPG'ê hildan. Di dxuyaniyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Fethî Tatos di daxuyaniyêde êrîşên li ser gelê Rojava bi tundî şermezar kir û got, "Ev êrîş îradeya azad a gel, şoreşa jinan û îradeya jiyana demokratîk hedef digirin. Bêdengmayîn pişta xwe ji nirxên mirovan re zîvirandine.”

Nezahat Serhat daxuyaniya çapemeniyê ya Fransî xwend û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û got, "Berxwedana Rojava berxwedana hemû mirovahiyê ye. Bêdengî cesaretê dide êrîşkaran."

Di çalakiyê de banga beşdarbûna Meşa Komploya Cotmehê ya Navneteweyî ya ku dê roja Şemiyê 112ê Cotmehê li Marsîlyayê were lidarxistin jî hat kirin. Di bangê de wiha hat gotin: "Meşa îsal wê fînala têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan be."

ARNHEM

Navenda Civaka Demokratîk ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Arnhem ê Hollandayê çalakiyeke girseyî û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Di çalakiyê de êrîşên li ser sivîlan bi tundî hatin şermezarkirin û ji saziyên Ewropayê hat xwestin ku li hemeberî van êrîşan bêdeng nemînin. Beşdaran bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî QSD”, "Bijî YPG" û "Bijî Rêber Apo" piştgirî dan berxwedanê.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Meclîsa Jınan mitînga piştevaniyê hate lidarxistin. Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di mitîngê de êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin şermezarkirin.

Di axaftinên mitîngê de ev peyam hate dayîn: “Em êrîşên li ser gelê sivîl şermezar dikin. Em ji Ewropayê bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin; Kurd bi sed sal in gelê qedîm ê wan xakan in. Kî were bila were, Kurdistan her hebûna xwe parastiye û biparêze.”

Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Gelê Me” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga KCDK-E’yê li Qada Place de la Commerce li hev civiyan, bang li Fransayê kirin ku bêdeng nemîne û tavile bikeve tevgerê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Kurd a Nantesê ve bi Fransî û Kurdî hate dayîn de wiha hate gotin: “Rojava rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin. Em wekî gelê Kurd êrîşên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê qebûl nakin. Bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji çeteyên qirker re bêjin bes e.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Solution politique pour le Rojava” bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, êrişên komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Demkî ya Sûriyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin. Bi banga Meclisa Jinan a Dest Dan Hevî û Nav-Berlinê, li ber avahiya dîrokî ya Kaiser Wilhelm Gedächtniskirche, ku yek ji sembolên Berlînê ye, Kurdistanî û dostên wan kom bûn û bertek nîşanî windahiyên sivîlan û zextên sîstematîk dan.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku ji bo Kurdistana Azad jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Hikûmeta Îslamî ya Demkî ya Sûriyê bi karanîna çekên giran û balafirên bêmeriv êrişên sîstematîk li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike. Her wiha hate gotin: “Ev êriş ne tenê li dijî gelê Kurd e, lê belê li dijî îradeya jiyana bi hev re ya bawerî û nasnameyên cuda yên li herêmê ne. Modeleke civakî ya ekolojîk, wekheviya zayendî û pirreng a ku Rojava temsîl dike tê armanckirin.”

Di mîtîngê de gelek caran dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd”, “Bijî Berxwedana Eşrefiyê” û “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn.

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouse yê Fransayê, ji bo protestokirina êrişên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi  daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Nêzî 30 kes beşdarî çalakiya ku li Porte Jeune hate kirin bûn. Beşdaran êrişan bi tundî şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdengiya xwe xira bike.

Di çalakiyê de peyama “Gelê Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ye” hate dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ku êriş binpêkirina zagonên navneteweyî û mafên mirovan e û bang li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku bi gelê Rojava re hevgirtî be. Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û komên girêdayî wê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê KOM-MED’ê ve bi zimanê Almanî hate kirin de, hate gotin ku êrişên li ser sivîlan sûcên mirovahiyê ne û divê saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê.

Di çalakiyê de alên Rojava û YPG’ê hatin vekirin. Çalakvanan bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” bertek nîşanî êrişan dan.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ji bo protestokirina êrişên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li qada Place de la Gare daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Çalakvanan gotin ku êriş bi taybetî li taxên ku hejmara Kurd lê zêde ye tên kirin û armanca wan paqijiya nijadî ye, û bang li raya giştî ya Ewropayê kirin ku bi gelê Rojava re hevgirtî be, û diyar kirin ku êriş binpêkirina zagonên navneteweyî ne. Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.