KCDK-E ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga çalakiyên lezgîn kir

KCDK-E li dijî êrîşên hêzên hikûmeta Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê kir ku derkevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedanê.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê kir ku li dijî êrîşên hêzên hikûmeta Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derkevin qadan

Banga KCDK-E ya bi sernavê "Li dijî êrîşên komkujî yên çeteyên HTŞ û OSO yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dakevin qadan" wiha ye:

"Em bang li gelê xwe yê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê dikin ku demildest bertekê nîşan bidin û seferber bibin."

Bi sedan kesên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dijîn, ji bo şermezarkirina dorpêça li ser taxan li dijî çeteyan li ber xwe didin.

Çete bi girtina rêyên bi taxên din ên Helebê re girêdayî ne û bi  çekên giran êrîşan pêk tînin. Li hemberî berxwedana gel, ew komkujiyan pêk tînin. Li gorî agahiyan, di êrîşê de panzdeh kes birîndar bûne û hin ji wan jî hatine şehîd bûne.

Tê diyarkirin ku di êrîşê de ku çeteyan bi çekên lûledirêj û panzeran gule li gel reşandine, şehîd û birîndar hene.

Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo tevahiya herêmê ji Dêrazorê heta Helebê seferberî îlan kiriye. Çete bi karanîna dronên hikûmeta veguhêz êrîşên xwe yên li ser çalakvanan didomînin.

ALiyên ku wan teşwîqî dagirkirinê dikin, mîna tiştên li Efrîn kirin, li dû provokasyonên ku di navbera gelên Sûriyeyê de pevçûnê derxînin de ne. Divê gelê me yê li Ewropayê li dijî vê êrîşa ku sîstema civaka demokratîk a Rojava hedef digire, seferber bibe.

Gel ji bo dorpêça ku ji hêla vê zîhniyetê ve hatiye ferzkirin şermerabûne ser piyan,û daketine qadan.

Divê gelê me yê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê bizanibe ku ev êrîşên ku jiyana demokratîk û azad a li Rojava hedef digirin, ji aliyê hêzên mêtinger ve têne kirin û li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wan in. Em bang li gelê Kurd û dostên wan ên li çar aliyê Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina van êrîşan  derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin.