Ciwan di Nobeta Azadiyê de bang kirin: Divê barê Rêbertiyê hilgirin
Aram Kobanê yê ku yek ji sê ciwanên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin, bang li ciwanan kir ku barê Rêber Apo hilgirin ser xwe.
Aram Kobanê yê ku yek ji sê ciwanên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin, bang li ciwanan kir ku barê Rêber Apo hilgirin ser xwe.
Nobeta Azadiyê ya ku ji Hezîrana 2012’an vir ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku saziyên Ewropayê lê ne û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 694’an de didome.
Nobeda vê hefteyê ji aliyê ciwanên welatparêz Aram Kobanê, Egîd Harûn û Îbrahîm Qamişlo yên ji bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin dewr hat girtin.
Aram Kobanê li ser navê komê axivî. Aram Kobanê bi bîr xist ku welatparêzên Kurd nêzîkî 14 salan e ji bo azadiya Rêber Apo nobetê digirin û got, "Divê Rêberê me azad bibe; Heta ku Rêberê me azad bibe lemê li vir bin. Fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan e; ji bo azadiya hemû gelan e. Fikrên Rêber Apo li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tên dîtin. Wekî ciwanekî Kurd, ez ê di rêya Rêber Apo de bimeşim. Ger Rêberê min ji min re bêje, 'Rojava xeta min a sor e,' divê ez vî barî hilgirim."
Aram Kobanê bang li hemû ciwanên Kurd û hemû azadîxwazan kir û ev tişt got: "Divê em heqîqetê nas bikin û di rêya rast de bimeşin. Ji bo em raman û felsefeya Rêbertiyê ragihînin divê em vî barî hilgirin. Ji bo ku em heqîqetê bizanibin, divê em xwe bêtir perwerde bikin û nasnameya xwe fam bikin. Ger em xwe nas nekin, ger em paşve vekişînin, em ê di nav vê pergalê de bêtir winda bibin. Sîstema Ewropayê dixwaze me ji Rêberê me, fikr û çanda me dûr bixe. Di nav yên din de ne nasname û ne jî zimanekî me heye. Ger em rêya xwe bimeşînin û li ber xwe bidin, em dikarin welatê xwe azad bikin û di nav wê de bijîn. Tiştê ku Rêber Apo ji bo gelê Rojava kir, kesî nekiriye. Ji ber vê yekê wekî ciwan, divê em di rêya Rêberê xwe de bimeşin û xwedî li Rêberê xwe derkevin.”