Bi nêzîkbûna 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re Kurdistaniyên li Swîsreyê amadekariya daketina qadan dikin. Di salvegera komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo hate kirin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Cenevreyê çalakiyeke girseyî wê bê lidarxistin.
9’Ê COTMEHÊ WÊ LI BER NY’Ê BÊ PROTESTOKIRIN
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de, roja Çarşemê 8’ê Cotmehê saet di 12:00 de, li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê mîtîngek wê bê lidarxistin. Di çalakiyê de, bi tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan, Komploya 9’ê Cotmehê wê bê protestokirin.
YJK-S di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komplo ne tenê li dijî kesekî, lê li dijî vîna azadiyê ya gelekî hatiye kirin û bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re” bangî hemû Kurdistanî û gelên dost kir ku li ber NY’yê bicivin.
WÊ KAMPANYAYA ‘EZ DIXWAZIM BI OCALAN RE HEVDÎTIN BIKIM’ BÊ DESTPÊKIRIN
Di çalakiyê de wê lingê Swîsreyê yê kampanyaya “Ez Dixwazim Bi Ocalan re Hevdîtin Bikim” ku di asta navneteweyî de mezin dibe, bê destpêkirin. Ev kampanya ku Tevgera Jinên Kurd pêşengiyê lê dike, armanc dike ku daxwaza azadî û aştiyê ya ji hemû beşên civakê bilind dibe, bike dengekî bihêztir.
YJK-S di daxuyaniya xwe de ev gotin bi kar anîn: “Komploya 9’ê Cotmehê derbeyek e ku li hêviya aştiyê û azadiyê ya gelan hatiye xistin. Lê belê îro ramanên Rêber Apo, bi şoreşa azadiya jinan, li seranserê cîhanê deng vedide. Kampanyaya ‘Ez Dixwazim Bi Ocalan re Hevdîtinê Bikim’ vegotina daxwaza aştiyê û dadweriyê ya gelan e. Em bangî her kesî dikin ku vî dengî bilind bike.”
BANGA CDK-S Û YJK-S’Ê
Hevseroka Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Dilan Çetinkaya di daxuyaniya xwe ya têkildarî çalakiyê de diyar kir ku Komploya 9’ê Cotmehê hê jî êrîşeke siyasî ya qirkirinê ye ku berdewam dike û got: “Xwedîderketina têkoşîna gelê Kurd, îro bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.”
Berdevka YJK-S’ê Selma Surer jî, bi taybetî jinan, bangî hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku di 8’ê Cotmehê de li ber NY’yê bicivin: “Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve, ji bo bicihanîna paradîgmaya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ gaveke herî bi hêz e. Azadiya Rêber Apo, azadiya jin û gelan e.”
Di çalakiyê de herwisa dê berxwedana gelê Kurd a zêdetirî 25 salan li qada navneteweyî bê ragihandin, dawîkirina tecrîdê û ji bo çareseriyeke demokratîk gavên berbiçav bêne xwestin.
YJK-S di bangewaziya xwe de ev gotin bi kar anî: “Gelê Kurd bi komployan çok nedaye û dê nede. Bi azadiya Rêber Apo dê proseya aştiyê ya nû were avakirin, ev yek dê di her qadê de were nîşandan. Di 8’ê Cotmehê de li ber NY’yê em bicivin, dengê xwe bikin yek!”