Di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di 15-17’ê Îlonê de pêk hat, mijara "mafê hêviyê" ya Rêber Apo hat rojevê. Komîteya Wezîran ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo pêşkeftina bilez a di pêkanîna mafê hêviyê û tedbîrên ku hatine girtin heta Hezîrana 2026'an agahiyê bide. NAV-BEL’ê diyar kir ku ev biryar ji gavên sembolîk wêdetir naçe û banga xurtkitina hevgirtinê li civaka Kurd û dostên wê yên li Ewropayê kir.
Di daxuyaniya NAV-BEL’ê de wiha hat gotin: "Her çiqasî ev biryar wekî 'çavdêriya mafên mirovan a ji bo gel' rûxalî xuya bike jî, di rastiyê de armanc dike ku mafên Rêber Apo sînorkirî bihêle û pêvajoyê di bin kontrolê de bihêle. Aktorên navneteweyî bi gavên sembolîk hem wekî ku li ser Tirkiyeyê zextê heye dide xuyakirin û hem jî armanc dikin ku têkoşîna rêxistinkirî ya Rêbertî û gelê Kurd sînordar bikin.
Rojeva Kurdistan, Rojava û Şengal rasterast bi vê yekê ve girêdayî ye. Şoreşa Rojava destketiyek berbiçav a ku li ser konfederalîzma demokratîk û azadiya jinan hatiye avakirin e; lê hêzên derve vê şoreşê hedef digirin, hewl didin ku gel bitirsînin û destketiyên demokratîk ji holê rakin. Êrîşên li ser gelê Êzidî yên li Şengalê, zilma li her çar parçeyên Kurdistanê û îstîsmarkirina koçberên li Ewropayê, ev hemû beşek ji heman xeta stratejîk in. Ev bi zelalî niyeta aktorên herêmî û navneteweyî nîşan dide ku Rojhilata Navîn kontrol bikin, îradeya azad a gelan têk bibin û destketiyên demokratîk sînordar bikin.
Wek gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, di vê pêvajoyê de erka me ew e ku di her warî de têkoşîn û hevgirtinê xurt bikin. Bi xwedîderketina li xeta îdeolojîk a ku Rêber Apo daniye holê û di rêya azadiyê de gavên berbiçav bavêjin. Ev ne tenê parastina mafên Rêber Apo ye, di heman demê de tê wateya parastina destketiyên şoreşa Kurdistan û Rojava, piştgiriya berxwedana gelê Şengalê û xurtkirina torên hevgirtinê yên li Ewropayê. Divê gel, rêxistin û dostên me yên li Ewropayê ji bo raya giştî ya navneteweyî agahdar bikin divê bên gel hev û ji bo mafê hêvî û azadiya Rêber Apo veguherînin destketiyên şênber divê hêza xwe deynin holê.”